Zelenskyy: Divê Rûsya berdêla vî şerî bide

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ji bo bidawîhatina êrişên li ser welatê wî, divê zext li Rûsyayê were kirin û divê Rûsya berdêla vî şerî bide.

Volodymyr Zelenskyy bi rêya peyameke vîdeoyî ya li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê rûdanên hefteya dawî yên Şerê Rûsya û Ukraynayê nirxandin kirin.

"Divê Rûsya berdêla şer bide"

Zelenskyy behsa biryara Yekîtiya Ewropayê (YE) ya 19ê Kanûna Pêşîn kir ku li gorî wê biryarê dê bi deynê hevpar ji bo 2 salan 90 milyar euroyan bidin Ukraynayê.

Zelenskyy li ser vê pakêta alîkariyê got, "Ev encama kilîl a meha kanûna pêşîn e û di gelek aliyan de encama girîng a tevahiya salê ye."

Serokê Ukraynayê bi bîr anî ku ew dê wî ji pereyî di 2 salên bê de her sal 45 milyar euroyan wergirin û got, "Divê Rûsya berdêla şer bide."

Li Floridayê hevdîtinên girîng

Zelenskyy bal kişand ser wê yekê ku dan û standinên ji bo bidawîanîna şer li Amerîkayê berdewam dikin û da zanîn ku îro li Floridayê civîneke din tê kirin.

Wî diyar kir ku di van civînan de hûrgiliyên wekî bidawîhatina şer û garantiyên ewlehiyê tên gotûbêjkirin û wiha axivî:

"Her wiha li ser dem û çarçoveyên demê yên ji bo biryarên diyarkirî jî dan û standin tên kirin."

Serokê Ukraynayê diyar kir ku şandeya Ukraynayê ya li Amerîkayê dê encamên wan hevdîtinan bi wî re parve bike.

"Nabe cîhan bê deng bimîne"

Zelenskyy behsa êrişên asmanî yên artêşa Rûsyayê yên demên dawî yên li ser herêma Odesayê jî kir.

Wî daxuyand ku Rûsya hewl dide rê li ber gihîştina lojîstîka deryayî ya Ukraynayê bigire û got:

"Nabe cîhan li hemberî vê bê deng bimîne. Divê her kes bibîne. Bêyî ku zext li Rûsyayê were kirin, êriş bi rastî bi dawî nabin."