Otobus bû goristan: 16 mirî, 18 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Javaya Navîn a Endonezyayê otobuseke rêwiyan qulibî û herî kêm 16 kes mirin, 18 birîndar jî hene.
Otobusa ku ji paytext Cakartayê diçû bajarê Yogyakartayê, nîvê şevê li bajarê Semarangê yê girêdayî eyaleta Javaya Navîn ji kontrola ajokar derketiye.
Hat diyarkirin ku otobus li nêzîkî gişeyên Krapyakê li bariyera betonî xistiye û qulibiye.
"Hinek rêwî asê man"
Berpirsê Lêgerîn û Rizgarkirinê Budiono diyar kir, otobusa ku 34 rêwî tê de bûn li ser rêyeke bi fetlonek wergeriyaye.
Budiono da zanîn ku hinek rêwî di navbera laşê otobusê û bariyeran de asê mane.
Rewşa 5 birîndaran giran e
Budiono destnîşan kir ku polîs û tîmên rizgarkirinê nêzîkî 40 xulekan piştî qezayê gihiştine cihê bûyerê û got:
"Şeş rêwî li cihê bûyerê mirin, 10 kes jî dema veguhastina nexweşxaneyê yan jî dema tedawiyê mirin.”
Rayedarê Endonezyayî eşkere kir ku 18 kesên di qezayê de birîndar bûne li du nexweşxaneyên derdorê tên tedawîkirin û rewşa 5an ji wan giran e.