Li Moskowê êriş: Generalekî Rûs hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku generalekî Rûs li Moskowê di encama teqîna bombeyeke ku di otomobîla wî de hatibû bicihkirin de canê xwe ji dest daye.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê daxuyand ku bombe di bin otomobîla Korgeneral Fanil Sarvarov de hatiye bicihkirin.

Sarvarovê 56 salî fermandarê beşa perwerdeyê ya hêzên çekdar ên Sûriyeyê bû.

Komîteyê ragihand ku yek ji teoriyên sereke ew e ku bombe ji aliyê servîsa îstixbarata Ukraynayê ve hatiye danîn.

Heta niha ji aliyê Ukraynayê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Hat zanîn ku derbarê kuştina generalê Rûs de tohmetbarekî 29 salî hatiye desteserkirin.

Li otomobîl li otoparkê teqiya

Teqîn li otoparkeke nêzîkî avahiyeke li başûrê Moskowê rû da.

Ji Sibata 2022yan ve ku Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir, li Moskowê gelek rayedarên payebilind ên leşkerî bûn hedef.

General Yaroslav Moskalik Nîsana 2025an li Moskowê di êrişeke bi otomobîla bombekirî de miribû.

Her wiha Kanûna Pêşîn a 2024an jî General Igor Kirillov bi bombeya ku di motorsîkletekê de hatibû veşartin hatibû kuştin.

Wê demê çavkaniyeke Ukraynî ji BBCyê re gotibû ku Kirillov ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Ukraynayê ve hatiye kuştin lê ev agahî bi awayekî fermî nehatibû piştrastkirin.

Ukrayna, li gorî polîtîkaya xwe bi awayekî fermî berpirsyariya êrişên bi vî rengî nagire ser xwe.