Dujarric ji Rûdawê re li ser şerê li Helebê axivî: Divê çek bê deng bibin
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser şer û pevçûnên di navbera hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser û çekdarên Şamê got, “Divê çek bê deng bibin.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsa Rûdawê ya li ser aloziya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê bersivand.
Stephane Dujarric diyar kir ku ew ji ber raporên li ser zêdebûna pevçûnan dilgiran in û banga diyalogê kir.
Dujarric her wiha got ku divê li Helebê çek bê degn bibin.
Ev jî pirs û bersiv en:
Rûdaw: HSD hêzên Şamê bi topbarankirina taxên ku piraniya şêniyên wan Kurd in tometbar dike. Bi taybetî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li bakurê Helebê. Li gorî HSDyê di encamê de 5 sivîl birîndar bûne ku yek ji wan zarok e. We ev rapor dîtine? Wekî Neteweyên Yekbûyî peyama we ji bo hikûmeta Sûriyeyê çi ye?
Stephane Dujarric: Belê, me ew raporên gelekî dilgiran ên li ser zêdebûna pevçûnên di navbera hikûmeta Sûriyeyê, hêzên ewlehiyê û HSDyê de dîtin.
Destpêka îsal me di gotûbêjên navbera hikûmet û HSDyê de nîşaneyên erênî dîtibûn.
Pêwîst e hemû alî vegerin van gotûbêjan ka dê çawa hemû komên çekdar ên cuda yên Sûriyeyê di çarçoveyeke niştimanî de werin bicihkirin.
Divê ev yek bi rêya proseyekê be ku Sûriyeyî bi xwe serpereştiya wê bikin.
Bi nêrîna min rewşa meydanî ji aliyê pêwendiyên navbera pêkhateyan ve hesas e.
Lê girîng e ku li wê derê dengê çekan bêdeng bibin û gotûbêj ji bo berjewendiya hemû Sûriyeyiyan berdewam bin, bêyî ku li ol û neteweyan were nihêrîn.”