Ji NATOyê daxuyaniya Efrînê

Navenda Nûçeyan – Alîkara Sekreterê Giştî yê NATOyê Rose Gottemoeller derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser herêma Efrînê de ragihand, divê derbarê gefên di dema operasyona Efrînê de bersiveke guncayî were dayîn.

 

Rose Gottemoeller got, “Tirkiyê mafê parastina ewlehiya xwe heye, lê belê divê derbarê gefên di dema operasyona Efrînê de bersiveke guncayî were dayîn.”

 

Rose Gottemoeller ku bi serdanekê li Tirkiyê ye, di daxuyaniyekê de ji kanala NTV a Tirkiyê re ragihand, “Tirkiye welatek e ku her tim li ser sînorên xwe rastî gefên terorîstî bûye û li dijî wan gefên tirsnak têkoşîne dike. Ji bo nîgeraniya ji ber grûpên çekdar ên Kurd ên li Sûriyê, sedemên rewa hene. Lê belê pêwîst e di navbera gefan û bersivdana wan de hevsengî were çêkirin.”

 

Gottemoeller herwiha mijara şandina çekan ji aliyê Amerîkayê ve bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk û aloziyên navbera Tirkiyê û Amerîkayê ji ber wê yekê jî nirxandin.

 

Alîkara Sekreterê Giştî yê NATOyê  amaje bi nakokiyên navbera endamên NATOyê dike û dibêje, “NATO malbateke mezin e û carna dibe ku tênegihîştin di navbera endamên wê de çêbe.”

 

Rose Gottemoeller derbarê endamîtiya Tirkiyê di NATOyê diyar kiriye, ku Tirkiye ji bo NATOyê “endameke gelek giring” û “yek ji endamên herî kevn” ê hevpeymaniyê ye.

 

Bi gotina Gottemoeller, ew ji bo çareserkirina arîşe û nîqaşên di navbera endamên NATOyê de amade ne û tekez dike, NATO dê li ser maseya danûstandinan be û Tirkiye dikare vê mijarê bîne rojevê.

 

Gottemoeller destnîşan kir, ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stolenberg jî bi awayekê berdewam bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re di nava pêwendiyê de ye û got, Stolenberg ji hevdîtinên ku bi Erdogan re kirine, spasdar e.


Artêşa Tirkiyê ji roja Şemî 20ê Çileya 2018ê ve dest bi êrişa xwe bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku îro derbasî roja çaremîn bû.