Fuad Husên li Davosê li gel Berat Albayrak hevdîtinek kir
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Darayî yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak li Davosê hevdîtinek pêk anîn.
Fuad Husên li Davosê di lûtkeya 49emîn Korbenda Aborî ya Cîhanê (WEF) de bi Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Berat Albayrak re hevdîtin kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên aborî yên navbera Iraq û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.
Zêdetirî 3 hezar û 200 nûnerên hikûmetan, pîşesazî, akademîsyen û serokên civaka sivîl beşdarî lûtkeya Davosê bûne.
Şanda Iraqê jî bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê ji bo Karûbarên Darayî û Wezîrê Darayî Fuad Husên beşdarî lûtkeyê bûye.