Trump: Fîloyeke mezin a leşkerî ber bi Îranê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku "fîloyeke mezin" a leşkerî ber bi herêma Kendavê ve bi rê ketiye û hedefa wê Îran e.

Trump diyar kir ku ew Îranê ji nêzîk ve dişopînin lê "tercîh dike ku tiştek neqewime."

Donald Trump doh dema ku bi balafirê ji Foruma Aborî ya Cîhanê ya li Davosê vedigeriya, ji rojnamegeran re axivî.

Trump li ser tansiyona li gel Tehranê got, "Hêzeke me ya mezin ber bi Îranê ve diçe. Ez naxwazim tiştek bibe lê em wan pir ji nêzîk ve dişopînin.

Dibe ku pêwîst neke em wê hêzê bi kar bînin. Ji bo her îhtimalekê gelek keştiyên me ber bi wê aliyê ve diçin, em dê bibînin ka dê çi bibe."

Li gorî agahiyên berpirsên Amerîkayê, keştiya balafiran a USS Abraham Lincoln û çend keştiyên din ên mûşekavêj ji herêma Asya-Pasîfîkê ber bi Rojhilata Navîn ve hatine sewqkirin û di çend rojên bê de dê bigihîjin herêmê.

Hişyariya nukleerî û xwenîşandan

Trump îdia kir ku gefên wî yên berê yên li ser bikaranîna hêzê, rê li ber îdamkirina zêdetirî 800 xwenîşanderan girtiye.

Trump daxuyand ku ew ji bo diyaloga li gel serkirdayetiya Îranê vekirî ye lê teqez kir ku ew dê rê nedin Îran bibe xwediya çekên nukleerî.

Trump bi bîr anî ku Amerîkayê Hezîrana 2025an di şerê 12 rojî de li navendên nukleerî yên Îranê dabû û got: "Heke ew ducare hewl bidin, dê heman tişt bi serê wan de were.

Ew dê ji carê berê gelekî girantir lêdanê bixwin."

Li gorî amarên medyaya fermî ya Îranê, di xwenîşandanên ku ji Kanûna Pêşîn a borî ve dest pê kirine de 3,117 kes hatine kuştin.

Li aliyê din rêxistina mafên mirovan a HRANAyê ragihand ku kuştina 4,519 kesan hatiye piştrastkirin û lêkolîn li ser 9 hezar û 49 mirinên din didome.

Bersiva Îranê: Em ji bo şer amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di rojnameya Wall Street Journalê (WSJyê) de hişyarî da Washingtonê.

Eraqçî di gotarekê de got, "Heke êrişeke nû were kirin, hêzên me yên leşkerî dê bêyî dudilî bi her tiştê di destê xwe de bersivê bidin.

Ev ne gef e, rastiyek e ku ez wekî dîplomat û wekî kesekî ku ji şer nefret dike tînim zimên."

Greenland û Rûsya-Ukrayna

Trump di axaftina xwe de behsa Greenlandê jî kir û got rêkeftina wan a li gel NATOyê bêdem e û ew dikarin li wir her cure çalakiyên leşkerî pêk bînin.

Serokê Amerîkayê derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de jî diyar kir ku di dan û standinan de pêşveçûneke baş heye.

Trump di berdewamiyê de got, "Her kes ji bo serkeftina vî karî tawîzan dide, dê Rûsya jî bide." Trump destnîşan kir ku hem Vladimir Putin hem jî Volodymyr Zelenskyy aştiyê dixwazin.