Nûnera Herêma Kurdistanê: Meloni gelekî dixwaze Serok Barzanî bibîne

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Heme Salih ragihand, "Serokwezîra Îtalyayê gelekî dixwaze Serok bibîne lê heta doh şev jî li derve bû û ne diyar e ka dikarin hevdîtinê bikin yan na."

Sê roj in Serok Mesûd Barzanî li Îtalyayê ye û rêzehevdîtinên girîng bi berpirsên wî welatî re pêk anîne.

Serok Mesûd Barzanî îro Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê ziyaret kir.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtalyayê Rêzan Heme Salih derbarê serdana Serok Barzanî ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Rêzanê got, "Hatina Serok a vê derê cihê şanaziyê ye, wî bi xwe sala 2009an ev nûnertî vekiribû."

Peyama Serok Barzanî

Rêzan Heme Salihê behsa peyama Serok Barzanî ya ji bo wan kir û got:

"Peyama wî ji bo me ew e ku em pêwendiyan xurttir bikin, bi hevdû re li hev bikin û mafên gelê xwe biparêzin."

Dema Serok Barzanî gihişt avahiyê, hêzeke polîsên Îtalyayê li ber Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû.

Rêzan Heme Salihê diyar kir ku dema Serok Barzanî serdanê dike, ew bi fermî daxwazê ji hikûmeta Îtalyayê dikin û ew jî wan amadekariyan dikin.

Meloni dixwaze Serok Barzanî bibîne

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ji bo geştekê li derveyî welêt e.

Rêzan Heme Salih li ser îhtimala hevdîtina bi Meloniyê re got:

"Doh şêwirmendê siyasî yê Serokwezîrê pêwendî bi min re kir û pirsa dema vegera Serok Barzanî kir.

Bê guman Serokwezîr gelekî hez dikir ku wî bibîne lê heta doh şev jî li derveyî welêt bû, niha jî ne diyar e ka dikarin hevdîtinê bikin an na."

Di hevdîtinên Serok Barzanî yên li Îtalya û Vatîkanê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Îraq û herêmê û gefên li ser paşeroja herêmê, bi taybetî Sûriye hatin gotûbêjkirin.

Her wiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Vatîkan û Îtalyayê re mijareke din a civînan bû.