Kurd li Swîsreyê ji bo Rojavayê Kurdistanê rabûn ser pêyan
Hewlêr (Rûdaw) - Li Berna paytexta Swîsreyê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê xwenîşandaneke berfireh hat lidarxist û Kurdên li wî welatî çûn ber Balyozxaneya Amerîkayê.
Kurdistanî li qada stasyona trenê ya bajarê Bernê kom bûn û dirûşmên “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” li kolanên bajêr olan dan.
Welatiyên ku ji bo gihandina dengê Rojavayê Kurdistanê daketin qadan ji Rûdawê re got:
“Em ji bo şervanan û YPGyê derketine. Her bijî şehîdên me. Her bijî YPG û Pêşmerge.”
Jinan keziyên xwe hûnandin
Di çalakiyê de dîmenên balkêş jî derketin holê.
Beşek ji jinên beşdar ji bo piştgiriya şervana ku keziyên wê hatibûn birîn, li qada xwenîşandanê keziyên xwe hûnandin.
Piştre girseyê dest bi meşê kir û berê xwe da Balyozxaneya Amerîkayê.
Xwenîşandêran li wir daxwaz ji Amerîka û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji bo êrişên Artêşa Ereban a Sûriyê û komên çekdar deynin û Kurdan biparêzin.
“Em xwedî hêz û rûmetê ne”
Siyasetmedar Ferhat Encu jî beşdarî xwenîşandanê bû û diyar kir ku Kurd destkeftiyên xwe radest nakin.
Ferhat Encu got, “Xelkê her çar parçeyên Kurdistanê îro li qadên Ewropa û Swîsreyê dengê xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê bilind dikin.
Dibêjin hûn nikarin destkeftiyên me ji dest me derxin û rûmeta me bin pê bikin. Em xwedî hêz û rûmetê ne.
Em dê li hemberî wan çeteyên ku êrişî keç û xortên me dikin berxwedanê bikin û dengê xwe bigihînin cîhanê.”
Li ber parlamentoyê çalakiya nobetê
Xwenîşandêr piştî daxuyaniya li ber balyozxaneyê, meşa xwe domand û çûn ber avahiya Parlamentoya Swîsreyê.
Li wir tevlî çalakiya nobetê bûn û ragihand, "Heta rewşa Rojavayê Kurdistanê baş nebe em dê li vê derê xwenîşandan û nobeta xwe berdewam bikin."
Kurdên li Bernê 5 roj in li ber avahiya Parlamentoyê di nobetê de ne da ku zextê li hikûmeta Swîsreyê bikin ku li ser asta navneteweyî ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê destwerdanê bike.