Împaratorê madeyên hişbir hat kuştin: El Mencho kî ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Kolanên Meksîkayê bûne qada şerekî xwîndar û bêeman. Kes bi kesî nîne û şer û aloziyê hemû quncikên welêt girtine.

Qanûn û hikûmet li pêşiya pêla hêrsa çeteyan bêçare mane.

22yê Sibata 2026an, li rojavayê Meksîkayê di operasyoneke leşkerî ya mezin û hûrgilî de, serkirdeyê çeteya herî mezin a madeyên hişbir hat kuştin.

Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) jî beşdarî operasyonê bû. CIAyê ji bo agahiyên derbarê cihê wî de 15 milyon dolar xelat danîbû.

Bazirganê mezin ê madeyên hişbir, piştî ku di pevçûnê de bi giranî birîndar bû, mir.

El Mencho kî bû?

Nemesio Oseguera Cervantesê 59 salê ku bi navê "El Mencho" dihat naskirin û efserê polîsan bû, ji qanûnê derket û bû firarek.

Ew di dîroka nû ya Meksîkayê de bû serkirdeyê herî metirsîdar ê mafyaya madeyên hişbir.

Ne tenê Meksîka ji destê wî dinaliya, di heman demê de ji bo Amerîkayê jî sîbereke tirsnak bû.

Her cureyên madeyên hişbir ên wekî kokaîn, metamfetamîn û fentanîlê ji Meksîkayê bi qaçaxî dişandin Amerîkayê.

Îstixbarata Amerîkayê dibêje ku çeteya El Mencho salane bi milyon dolaran ji qaçaxçitiya madeyên hişbir bi dest dixe.

Ew bi tenê berpirsyarê sêyeka wan madeyên hişbir in ku li kolanên Amerîkayê tên firotin.

Jiyana El Mencho tijî rev û serhildan bû. Salên 80yî wekî koçberekî neyasayî li Amerîkayê dijiya.

Paşê ji ber tawanên xwe hat girtin û di 30 saliya xwe de ew dersînorî Meksîkayê kirin.

Piştî ketina hevrik û dijberê wî "El Chapo", El Mencho ev derfet qezenc dît û textê padîşahiya madeyên hişbir ê li Meksîkayê kontrol kir.

Ew damezrînerê Kartela 'Nifşê Nû yê Jaliscoyê' bû. Ev rêxistineke çekdar a bihêz bû.

Eyaleta Jaliscoyê ya li rojavayê Meksîkayê keleha bihêz a vê rêxistinê bû, her li wî cihê ku doh lê hat kuştin.

El Mencho ne tenê tawanbarek bû, her wiha ji bo artêşa Meksîka û Amerîkayê kabûsek bû.

Meksîkayê çendîn caran hewl da wî desteser bike lê her carê têk çû.

Sala 2015an dema artêşa Meksîkayê xwest El Mencho bigire, hevalên wî helîkoptereke artêşê bi 6 leşkeran ve xist xwarê.

Tolhildana bilez û derketina aloziyan

Piştî kuştina El Mencho, hewldana tolhildanê yekser û bilez bû.

Bi belavbûna nûçeya kuştina wî bazirganê mezin re; çekdar, endam û alîgirên El Mencho li 8 eyaletên Meksîkayê (paytext Mexico City jî di nav de) wekî artêşeke tijî çek herikîn nav kolanan. Ew tund in û tiştekî li ber çavên xwe nagirin.

Çekdaran ji bilî şewitandina bi dehan otomobîlan û girtina rêyan, heta niha bi dehan dikan talan kirine û êrişî 20 bankan kiriye.

Li beşeke mezin a rojavayê Meksîkayê, saziyên fermî, rêyên hat û çûnê û firokexaneyan jî ji kar ketine.

Heta niha 25 kes ji ber aloziyan hatine desteserkirin û alozî her ku diçe zêdetir dibin.