Ofîsa Merkel pêşwaziya Siyamend Haco kir
Berlîn (Rûdaw) - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siyamend Haco li Berlînê ji aliyê berpirsa Dosya Sûriyê di ofîsa Serokwezîra Almanya Angela Merkel hat vexwendin.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Siyamend Haco di hevdîtina xwe de ligel Berpirsa Dosya Sûriyê li Ofîsa Serokweziriya Almanyayê Dinyêla Schlegel, behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên ku diçin ser ofîsên ENKS û partiyên wê kir.
Siyamend Haco herwiha di hevdîyina xwe de bal kişande ser binpêkirinên ku li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa ser bi Rêveberiya Xweser ve têne kirin.
Haco di heman demê de behsa girtina siyasetmedarên Kurd jî kir û herwiha ameje bi girîngiya derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî kir.