Trump êrişên li ser saziyên enerjiyê yên Îranê rawestandin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da ku êrişên leşkerî yên li ser binesaziya enerjiya Îranê 5 rojan bên rawestandin.
Ev biryar piştî dan û standinên navbera Washington û Tehranê hat dayîn.
Dan û standin didomin
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyên nû belav kirin.
Wî ragihand ku di du rojên borî de di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinên “baş û berhemdar” çêbûne.
Armanca van dan û standinan ew e ku “dijminatiya li Rojhilata Navîn bi temamî bê çareserkirin.”
Trump destnîşan kir ku dan û standin kûr û avaker in û dê di tevahiya hefteyê de jî bidomin û got:
"Min ferman da Wezareta Şer ku hemû êrişên leşkerî yên li ser santralên elektrîkê û binesaziya enerjiya Îranê 5 rojan bi paş bixe."
Wî eşkere kir ku ev taloqkirin bi serketina civîn û nîqaşan ve girêdayî ye.
5 armancên Amerîkayê
Serokê Amerîkayê di peyameke din de behsa armancên welatê xwe kir.
Wî diyar kir ku ew gelekî nêzîkî armancên xwe bûne. Her wiha ew difikirin ku hewldanên xwe yên leşkerî yên li hemberî Îranê kêm bikin û bi dawî bînin.
Trump 5 armancên sereke yên Amerîkayê wiha rêz kirin:
- Têkbirina bi temamî ya şiyana mûşekan a Îranê û pergalên wê yên avêtinê.
- Wêrankirina binesaziya pîşesaziya parastinê ya Îranê.
- Nehiştina hêza deryayî û asmanî ya Îranê, tevî çekên wan ên dijî balafiran.
- Rênedana Îranê ku ti carî nêzîkî şiyana nukleer nebe. Her wiha mayîna Amerîkayê di wê pozîsyonê de ku karibe bi lez û bi hêz bersivê bide.
- Parastina hevalbendên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn ku di nav wan de Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Qeter, Îmarat, Behreyn û Kuweyt hene.
Rewşa Tengava Hurmizê
Donald Trump derbarê Tengava Hurmizê jî peyamek da.
Wî ragihand ku divê ew welatên ku wê tengavê bi kar tînin, parastina wê jî bikin.
Trump destnîşan kir ku Amerîka wê tengavê bi kar nayîne. Wî daxuyaniya xwe wiha qedand:
"Heke bê xwestin, em dê di hewldanên wan ên li Hurmuzê de alîkariya van welatan bikin.
Lê gava ku metirsiya Îranê ji holê rabe, ev yek dê ne pêwîst be. Ya girîng ew e ku ev dê ji bo wan bibe operasyoneke leşkerî ya hêsan."