Parlamenterê Dumaya Rûsyayê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî û Yevgeniy Fyodorov, di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de helwesta Moskowê ya li ser şerê Îranê nirxand.
Fyodorov îdiayên piştgiriya leşkerî ya Rûsyayê ya ji bo Îranê wekî "bêbingeh" pênase kirin lê tekez kir ku Rûsya wekî hevalbend piştgiriya çareseriya aştiyane dike. Fyodorov her wiha bal kişand ser şaşiyên stratejîk ên Donald Trump û diyar kir ku Amerîka ji ber şiyana atomî, Rûsyayê wekî metirsiya herî mezin a cîhanê dibîne û şerê Îranê jî di vê çarçoveyê de tê birêvebirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Yevgeniy Fyodorov re wisa ye:
Rûdaw: Birêz Yevgeniy Aleseyeviç, tê îdiakirin ku Rûsya di şer de alîkariya Îranê dike. Ev îdiayên han li gorî we çi qasî bi bingeh in?
Yevgeniy Fyodorov: Bi ya min bêbingeh in lê tê zanîn ku peymaneke Rûsyayê li gel Îranê heye û li gorî wê em hevkar û hevpeyman in loma jî Rûsya piştgiriyê dide çareseriya aştiyane ya vî şerî ku îro li ser axa Îranê rû dide. Çimkî Îran rûbirûyî êrişên dewletên biyanî bûye û ketiye rewşeke şer.
Rûdaw: Bi taybetî Rûsya bi wê tê tawanbarkirin ku zanyariyên îstîxbarî dide Îranê û koordînatên baregehên Amerîkayê dide dronavêj û mûşekavêjan; loma jî ziyaneke cidî digihe hêzên Amerîkayê. Ew tawanbarî çiqasî rast e, nexasim dema ku heman rewş li Ukraynayê jî rû dide?
Yevgeniy Fyodorov: Berî du rojan herêma me ya Brayanskê hate bombebarankirin û tê de mûşekên biyanî hatin bikaranîn. Bikaranîna van mûşekan tenê bi arastekirina pisporên Brîtanya û Amerîkayê mimkin e. Jixwe ew mûşek berhemên Brîtanyayê ne û perçeyên wan ên Amerîkayî hene. Em dibînin ku ev bi pratîkî çalakiyeke êrişkariyê ye. Li ser Îranê de li Brayanskê delîl hene, mûşek hene, dîmen û parçe hene lê di mijara Îranê de, eger kesek dibêje Rûsya tiştekî dike, divê delîlan pêşkêş bike. Heta vê gavê em delîlên wilo nabînin.
Rûdaw: Ma divê Rûsya alîkariyê bide Îranê?
Yevgeniy Fyodorov: Mafê Rûsyayê heye ku alîkariya Îranê bike lê eger em behsa alîkariyeke pratîkî û leşkerî dikin, hingê divê delîl hebin.
Rûdaw: Hinek alî dibêjin Îranê bi dronên Şahid alîkarî da Rûsyayê, mûşek û teknolojiyên leşkerî danê lê Rûsya niha ji bo Îranê tiştekî nake.
Yevgeniy Fyodorov: Binêrin, ewilî Îranê daxwazeke wilo nekiriye û bi awayekî eşkere alîkarî nexwestiye. Em li gorî formata fermî ya dan û standinan tevdigerin. Derbarê peywendiyên Rûsya û Îranê de heya ku ez zanim ti nerazîtiya Îranê nine lê bi misogerî di warê hevkariya leşkerî û teknîkî de çi alîkarî tê kirin, di destê me de amar û zanyarî nînin. Wekî diyar e mixalifên me jî nikarin delîlên misoger pêşkêş bikin.
Rûdaw: Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştrast kir ku Rûsya alîkariyê dide wan.
Yevgeniy Fyodorov: Madem diyar kiriye alîkariyê dide, naxwe Îran baştir dizane. Hevkariya leşkerî, bi taybetî di dema şer de, mijareke wilo ye ku tu nikarî derveyî materyalên rastîn tevbigerî loma jî nêrîn her nêrîn e lê divê hemû axaftin bi delîlan werin piştrastkirin. Dema delîl tune bin, em êdî wê şîrove nakin.
Rûdaw: Hate ragihandin ku mijara sereke ya hevdîtina telefonî ya Putin û Trump Îran bûye. Gelo dibe ku aliyan li ser vê yekê li hev kiribe. Bila şerê Îranê bi serkeftina Amerîkayê û yê Ukraynayê jî bi serkeftina Rûsyayê bi dawî bibe?
Yevgeniy Fyodorov: Ez bawer nakim ku ev bûbe mijara gotûbêjan. Her du rewşên li Îran û Ukraynayê divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin çareserkirin. Pêdiviya me bi xurtkirina hiqûqê heye. Dema ku hiqûq bi hêz be şer çênabe. Ev formuleke sade ye ku di qada navneteweyî de jî derbasdar e.
Rûdaw: Hûn kesayetekî leşkerî ne û serheng in. Bi nêrîna we şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dê çi qasî bidome?
Yevgeniy Fyodorov: Bi nêrîna min Amerîkayê şaşî kir. Trump jî ev şaşî qebûl kir ku derbeya ewil li hemû birêvebiriya Îranê da. Trump got ku di encama wê lêdanê de gotûbêjkerên mimkin û kesên tawîzker jî hatin kuştin. Niha em dibînin ku Amerîkayê ji vî şerî encameke berovajî hêviya xwe bi dest xistiye. Îran ji bo parastina axa xwe dê heta dawiyê biçe. Ev yek bandoreke cidî li nîzama cîhanê dike lê dîsa jî ev şer dê tenê bi serkeftina hiqûqa navneteweyî bi dawî bibe.
Rûdaw: Gelo mimkin e ku Rûsya ji vî şerî sûdmend derkeve? Ango ew piştgiriya ku ji Ukraynayê re dihat dayîn berê xwe bide Rojhilata Navîn û şer li Ukraynayê bi serkeftina Rûsyayê bi dawî bibe?
Yevgeniy Fyodorov: Na, ez wilo nafikirim. Divê mirov ji hêla jeopolîtîk ve lê binerî ka pirsgirêka herî cidî ya ji bo Amerîkayê kî ye, Rûsya, Îran an Çîn? Em dê bibînin ku pirsgirêka sereke Rûsya ye. Çimkî Rûsya xwedî wê şiyanê ye ku bi çekên xwe yên atomî yên stratejîk Amerîkayê tune bike. Ne Çîn, ne Îran û ne jî dewleteke din xwedî vê şiyanê ne. Îro Amerîka hewl dide vê pirsgirêka Rûsyayê çareser bike. Bûyerên ku îro li Îranê rû didin beşek ji hewildana Amerîkayê ya ji bo çareserkirina 'Pirsgirêka Rûsyayê' ne lê ne berovajî wê ne.
Rûdaw: Gelekî spas!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse