'Tirkiye, Misir û Pakistan di navbera Amerîka û Îranê navbeynkariyê dikin'

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Donald Trump ragihand ku di du rojên borî de gotûbêjên wan ên gelekî baş bi Îranê re çêbûne, çavkaniyeke Amerîkî eşkere kir ku Tirkiye, Misir û Pakistanê di navbera Amerîka û Îranê de dan û standinê dikin.

Li gorî çavkaniya Amerîkî ya ku ji malpera Axiosê re axiviye, berpirsên bilind ên wan her sê welatan bi Nûnerê Serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re gotûbêjên cuda kirine.

Çavkaniyê diyar kir, "Navbeynkarî didome û bipêşketin çêbûye.

Gotûbêj li ser bidawîkirina şer û çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî ne.

Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de bersivekê bi dest bixin."

Trump: Gotûbêjên me yên baş çêbûn

Donald Trump bi vebûna bazarên Amerîkayê re bi postekê li ser tora xwe ya civakî ragihand:

"Kêfxweş im ku radigihînim Amerîka û Îranê, di maweyê du rojên borî de, derbarê çareserkirina temam û giştgir a dijminatiyên me yên li Rojhilata Navîn de gotûbêjên gelekî baş û berhemdar kirine."

Îranê daxuyaniya Trump red kir

Wezareta Karên Derve ya Îranê jî piştî wê posta Trump, ragihand ku ti gotûbêj di navbera Washington û Tehranê de nînin.

Wezaretê destnîşan kir ku gotinên Trump "di çarçoveya hewldanên wî yên ji bo daxistina bihayê enerjiyê de ne" û her wiha "demkirîn" e ji bo bicihanîna planên xwe yên leşkerî.

'Peyameke tijî alozî ye ji bo bazaran'

Chris Murphyê ku yek ji senatorên navdar ên Demokratan e derbarê gotinên Donald Trump de,  eşkere dike ku Donald Trump rawestandina êrişan ranegihandiye.

Murphy dibêje, "Tawaneke cengê bi paş dixe ku ew jî êrişkirina ser binesaziya enerjiya sivîl a Îranê ye."

Wî her wiha amaje pê kir, "Ev ne peyamek e ji bo Îranê, belkî peyameke tijî alozî ye ji bo bazaran da ku heta dema girtina bazaran a roja îniyê, ti bipêşketina şer rû nede."

Şerê berfireh ê herêmê didome

24 roj in êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê dest pê kiriye û şerekî berfireh li herêmê heye.

Heta niha asoyek ji bo rawestandina şer û agirbestê ne diyar e.

Her îro, li gorî wan vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, hejmarek balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê ber bi Îranê ve çûne û îro bombebaraneke dijwar li ser wî welatî hebû.