Serokwezîrê Kanadayê: Rojhilata Navîn dikare wisa biser keve!

23-04-2016
RÛDAW
Nîşan Kanada Rojhilata Navîn
A+ A-
New York (Rûdaw) - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau da zanîn ku serkeftina Rojhilata Navîn bi piştgiriya hêzên herêmî dikare were sazkirin.

 

Hikûmeta Kanadayê biryar dabû ku di 18ê Sibatê de balafirên xwe yên şerî ên li dijî DAIŞê şer dikin ji wê derê vekişînin.

 

Serokwezîr Justin Trudeu di civîna çapemeniyê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate lidarxistin de li ser pirsa peyamnêrê RÛdawê ew bersiv da:

 

“Piştgiriya Kanadayê ji bo perwerdehiya hêzên ewlehiyê ên li dijî DAIŞê şer dikin ji bo demeke dirêj e. Herwiha em di warê perwerdehî û Îstîxbaratê de xwedîderfet in.”

 

Welatê NATOyê Kanada dixwaze di şerê li dijî DAIŞê de bibe xwedîroleke cuda.

 

Trudeau got, “Wekî me di şerê berê de dît, rola leşkerî ya welatên Rojavayî di çareseriya pirsgirêkan û îstîkrarê de bo heyemake dirêj e. Rastî ew e ku bi piştgiriya hêzên herêmî kontrola wan cihan dikare were sazkirin. Kanada di paşerojê de jî roleke wiha dilîst û dê berdewam bike.”

 

Wezîrê Derve Stefa Dion di 18ê Adarê de ji Rûdawê re dabû zanîn ku Kanada dê di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya xwe 3 qatan zêde bike.

 

Kanadayê piştre hejmara rahênerê xwe li Iraqê zêde kiribû.

 

Niha 650 rahênerên leşkerî yên Kanadayê li seranserê Iraqê perwerdehiyê dide û hatibû ragihandin di meha Adarê de ji bo Herêma Kurdistanê 140 kesên were şandin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst