WP: Paqijkirina mayînên li Tengava Hurmizê dê 6 mehan berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw) - Di medyaya Amerîkayê de hat îdiakirin ku ji bo paqijkirina temamî ya mayînên li Tengava Hurmizê 6 meh pêwîst in.

Li gorî nûçeyan, heta ku şerê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiriye bi dawî nebe, îhtimala paqijkirina van mayînan kêm e.

Rojnameya Washington Postê (WP) li gorî agahiyên 3 berpirsên ku nexwestin navên wan werin eşkere kirin nûçeyek belav kir.

Li gorî nûçeyê, berpirsekî bilind ê Pentagonê di pêşkêşiyeke veşartî de ji endamên Komîteya Hêzên Çekdar a Meclisa Nûneran a Amerîkayê re têkildarî dema paqijkirina mayînan agahî dane.

Berî şer biqede mayîn nayên paqijkirin

Rayedaran diyar kir ku karên paqijkirina mayînan dibe ku 6 mehan bikişîne.

Hat ragihandin ku heta şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de neqede, kêm e ku dest bi van xebatan were kirin.

Ev dema dirêj di navbera her du baskên Kongreyê (Demokrat û Komarî) de bûye sedema dilgiraniyê.

Berpirsan her wiha zanyarî dan ku Îranê li derdora Tengava Hurmizê "20 an jî zêdetir" mayîn danîne.

Li gorî agahiyan, hinek ji van mayînan bi teknolojiya GPSê ji dûr ve tên kontrolkirin.

Ji ber vê yekê jî hêzên Amerîkayê di dema danîna wan de di tesbîtkirina wan de rastî zehmetiyan hatine.

Pentagonê pirsên rojnameya WPyê yên li ser dema paqijkirinê bêbersiv hiştin.

Çi bûbû?

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û pişt re şer li welatên herêmê belav bû.

Her du aliyan 8ê Nîsanê ji bo 2 hefteyan agirbest ragihand.

11ê Nîsanê bi navbeynkariya Pakistanê li Îslamabadê dan û standin hatin kirin lê hat ragihandin ku civîn "bêyî lihevkirin" bi dawî bûn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser daxwaza Pakistanê biryar da ku agirbestê dirêj bike heta ku Îran pêşniyara xwe pêşkêş bike.

Trump di daxuyaniya xwe de wiha gotibû:

"Ji ber ku di navbera birêvebiriya Îranê de parçebûneke cidî heye û li ser daxwaza Asim Munîr (Sererkanê Pakistanê) û Serokwezîr Şahbaz Şerîf, ji me hat xwestin ku em êrişên xwe rawestînin.

Min ferman da artêşê ku di her warî de amade bin. Ez dê agirbestê dirêj bikim heta ku Îran pêşniyara xwe bîne û dan û standin bi encam bibin."