CENTCOM: Keştiya USS George H.W. Bush gihîşt herêmê

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ragihand ku keştiya balafiran "USS George H.W. Bush" gihîştiye Rojhilata Navîn.

Bi hatina vê keştiyê, hejmara keştiyên şer ên dêw ên Amerîkayê yên li herêmê gihîşt sê keştiyan.

Daxuyaniya CENTCOMê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ku berpirsê Rojhilata Navîn e, li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê wêneyekî keştiyê weşand.

Di wêneyan de tê dîtin ku keştî tije balafirên şer e. CENTCOMê diyar kir ku roja 23yê Nîsanê, keştiya Bush di nava Okyanûsa Hindî de û di çarçoveya navçeya berpirsiyariya CENTCOMê de bûye.

Keştiyên din ên li herêmê

Li gorî zanyariyên CENTCOMê, keştiya duyem a balafiran a bi navê "USS Gerald R. Ford" di Deryaya Sor de di erkê de bû.

Di heman demê de keştiya sêyem a bi navê "USS Abraham Lincoln" jî her li herêmê ye.

Şandina keştiya sêyem a balafirhelgir ji bo Rojhilata Navîn di demekê de ye ku zêdetirî du hefte ne agirbest hatiye ragihandin.

Ev agirbest ji bo rawestandina êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê hatibû kirin ku dawiya meha Sibatê dest pê kiribûn.

Keştiya herî mezin a cîhanê vegeriya

Çend hefte berê keştiya Gerald R. Ford ku mezintirîn keştiya balafirhelgir a cîhanê ye, ji ber şewatekê ji bo sererastkirinê sewqî Kroatyayê hatibû kirin.

Sedema vê yekê jî agirgirtina beşa kincşûştinê ya keştiyê bû ku 12ê Adarê çêbûbû lê niha ev keştî vegeriyaye herêmê û dest bi erkên xwe kiriye.

Keştiya balafiran a Gerald R. Ford ev 10 meh in di deryayê de ye.

Ev keştî berê beşdarî operasyonên Amerîkayê yên li Deryaya Karaîbê bûbû.

Di nav wan operasyonan de hêzên Washingtonê êrişî qeyikên qaçaxçiyên madeyên hişbir kiribû, dest danîbû ser keştiyên nefthilgir ên siza li ser wan hebû û Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro girtibû.

Hêza piştgir a keştiyan

Divê were zanîn ku her yek ji van keştiyên şer bi tenê geşt nakin. Grûpeke mezin a keştiyên şer ên piştgir di her geştê de bi wan re ne.