Trump, Zanîngeha Harvardê ji xwendekarên biyanî re qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî zanîngeha navdar a Harvardê gaveke din avêt.

Zanîngeha ku berê standina wê ya fonên federal hatibû birîn, niha jî ji xwendekarên biyanî re hat qedexe kirin.

Birêvebiriya Donald Trump, Zanîngeha Harvardê ya ku berê standina fona 2,2 milyar dolarî li ser hatibû birîn, niha jî mafê qebûlkirina xwendekarên biyanî ji wê hat standin.

Ev biryar dikare nêzîkî 6 hezar û 800 xwendekarên biyanî ku ji çaryeka xwendekarên tomarkirî yên Zanîngeha Harvardê zêdetir in, neçar bike ku biçin zanîngeheke din an jî Amerîkayê biterikînin.

Ev ji bo Zanîngeha Harvarda ku salane bi dehan hezar dolarî heqê xwendinê distîne ziyaneke mezin a aboriyê ye.

Birêvebiriya zanîngehê ragihand ku dê gavên pêwîst ji bo parastina xwendekaran biavêje.

Di daxuyaniya zanîngehê de ev biryar wekî “neqanûnî” hat binavkirin û hat gotin ku “dê ziyanê bide Amerîkayê.”

Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê ya ku biryar ragihand, îdia kir ku li zanîngeha xwediya 162 xelatên Nobelê, ji aliyê “dijberên Amerîkayê û piştgirên terorê” ve jîngeheke neewle hatiye afirandin.