Rusya û Ukraynayê 390 dîl pev guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Kîev û Moskovê li gorî lihevkirina gotûbêjên Stenbolê 390 dîl pêv guhertin.

Belarus navbeynkariya pevguherîna dîlan dike.

Rûsyayê diyar kir ku 270 leşker û 120 sivîlên Ukraynayî berdan, Ukraynayê jî heman hejmar leşker û sivîlên Rûsyayê berdan.

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku 270 leşkerên wan û 120 sivîlên ji herêma Kurskê yên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatibûn desteserkirin hatine vegerandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê li hemberî wê 270 dîlgirtiyên şer ên Ukraynî û 120 sivîl radestî Ukraynayê kirine.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî li ser Telegramê got:

"Qonaxa yekem a guherîna (1000 bi 1000î) pêk hat.

Îro 390 kes hatin guhertin, em hêvî dikin ku cîbicîkirina lihevkirinê di rojên şemî û yekşemê jî berdewam bike."

Donald Trump: Ez her du aliyan pîroz dikim

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî îro li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got, "Guherîneke mezin a dîlgirtiyan niha hat temamkirin."

Trump bêyî ku hûrgiliyên guherînê eşkere bike got, "Ez pîrozbahiyê li her du aliyan dikim. Gelo ev dê bibe sedema tiştekî mezintir?"

Daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku Kîev û Moskow di destpêka vê mehê de li Stenbolê di gotûbêjên aştiyê de li ser azadkirina hezar dîlan hev lihev kiribûn.

Her du aliyan ji destpêka şer ve çend caran dîl pevguherîn û tenê di vê mehê de 205 dîlên hevdû berdan.

Kremlînê jî vê hefteyê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Donald Trump behsa guherîna dîlan kirine.

Li aliyê din, Berdevka Serokê Belarusê Natalya Eismontê jî ragihand ku ew wekî Belarus navbeynkariya guhertina dîlan di navbera Rûsya û Ukraynayê de dikin.

Li gorî gotina dîplomata Belarusî ev yek li ser axa Belarusê bi erêkirina her du aliyan pêk tê.

Natalya Eismontê her wiha da zanîn ku ew dê vê carê jî heman tiştî bikin.