Li Hamburgê êriş: Gelek birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Stasyona Trênê ya Hamburgê di êrişeke bi kêrê de gelek kes birîndar bûn.
Polîsên bajarê Hamburgê piştrast kir "gelek kes" bi kêrê hatine birîndarkirin û êrişkar hatiye desteserkirin.
Li gorî agahiyên ku polîsan dane, li Stasyona Trênê ya Hamburgê “operasyoneke mezin” tê pêkanîn.
Rojnameyên Bild û Hamburger Morgen Postê ragihand ku birînên 3 birîndaran xedar in.
Li gorî Bildê hinek birîndar li hundirê trênên li stasyonê tên tedawîkirin.
Li gorî hinek çavkaniyan jî hejmara birîndaran 12 e.