Mesrûr Barzanî: Civîna min û Marco Rubio gelekî baş bû

23-05-2025
Mesrûr Barzanî û Marco Rubio / Wêne: Ji ber dîmenan
Mesrûr Barzanî û Marco Rubio / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Mesrûr Barzanî Marco Rubio Washington Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê li hev civiyan.

Mesrûr Barzanî tevî heyeteke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 17ê Gulanê çû Washingtona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Barzanî li Washingtonê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” de axivî.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Washingtonê bi gelek berpirsên Amerîkayê re civiya.

Barzanî herî dawî îro şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos re civiyabû.

Mesrûr Barzanî: Civîn gelekî baş bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê niha jî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku civîna wî û Marco Rubio gelekî baş û bi sûd bûye.

Her wiha da zanîn ku wî Marco Rubio vexwendiye Herêma Kurdistanê.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kiribûn.

Wezareta Petrolê ya Îraqê gotibû ku peymanên kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê betal in û ew wan peymanan nas nake.

Mesrûr Barzanî pirsa Nûçegihanê Rûdawê ya li ser peymanên şirketên Amerîkî û Herêma Kurdistanê wiha bersivand:

"Ev dîtin û nirxandinên ku ji Bexdayê tên bihîstin, hêvîdar im ku hemû di berjewendiya gelê Îraqê de bên nirxandin.

Her ku zêdetir nermiyê nîşan bidin, zêdetir dê bibînin ku ew hewl û pêngavên ku me avêtine di berjewendiya hemû aliyan de ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst