Mesrûr Barzanî: Civîna min û Marco Rubio gelekî baş bû
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Washingtonê li hev civiyan.
Mesrûr Barzanî tevî heyeteke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 17ê Gulanê çû Washingtona paytexta Amerîkayê.
Serokwezîr Barzanî li Washingtonê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” de axivî.
Mesrûr Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Washingtonê bi gelek berpirsên Amerîkayê re civiya.
Barzanî herî dawî îro şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos re civiyabû.
Mesrûr Barzanî: Civîn gelekî baş bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê niha jî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku civîna wî û Marco Rubio gelekî baş û bi sûd bûye.
Her wiha da zanîn ku wî Marco Rubio vexwendiye Herêma Kurdistanê.
#VÎDEO - Mesrûr Barzanî: Civîna min û MarcoRubio gelekî baş û bi sûd bû
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 23, 2025
📌 Serokwezîr Mesrûr #Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê #MarcoRubio li Washingtonê li hev civiyan
📌Serokwezîr #Barzanî piştî civînê got: Min ew vexwend Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/jpcGZ18n3x
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kiribûn.
Wezareta Petrolê ya Îraqê gotibû ku peymanên kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê betal in û ew wan peymanan nas nake.
Mesrûr Barzanî pirsa Nûçegihanê Rûdawê ya li ser peymanên şirketên Amerîkî û Herêma Kurdistanê wiha bersivand:
"Ev dîtin û nirxandinên ku ji Bexdayê tên bihîstin, hêvîdar im ku hemû di berjewendiya gelê Îraqê de bên nirxandin.
Her ku zêdetir nermiyê nîşan bidin, zêdetir dê bibînin ku ew hewl û pêngavên ku me avêtine di berjewendiya hemû aliyan de ne."
#WÊNE - Serokwezîr Mesrûr #Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê #MarcoRubio li Washingtonê li hev civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 23, 2025
🎙️ Mesrûr Barzanî: Civîna min û Marco Rubio gelekî baş û bi sûd bû pic.twitter.com/hIpwq8HLzC