Rûdaw bi Çînî
Mehdî Ferec*
Di vê serdemê de, hêz tenê ji artêş û hevpeymanan pêk nayê lê ji zanîn, bandor û gihîştina dîjîtalî pêk tê. Ti alî bi qasî Çînê yan jî zirektir ji Çînê vê lîstikê nake. Çîna ku berê tenê wekî "kargehê cîhanê" dihat naskirin, îro xwe wekî mezineke teknolojî û aboriyê pêşkêş kiriye û bi hêzeke xurt çavê xwe avêtiye ser Rojhilata Navîn.
Şiyana aborî ya Çînê êdî ne tenê pîşesazî ye, êdî stratejîk e jî, bi hûrgilî ye û roj bi roj zêdetir dîjîtalîze dibe.
Bi rêya plana (Em Yek Pişt û Yek Rê Ne-BRI) ku mîlyaran dolaran dirijîne nav bingehên Rojhilata Navîn, ji benderên Umanê heta stasyonên karebayê yên Îranê, Çîn mijûlî çespandina hevbeşiyeke dirêjdem e ku xwestekên xwe yên enerjiyê û her wiha armancên xwe yên jeopolîtîk dabîn dike. Herêm petrolê peyda dike, Çîn jî amûr, sermaye û kargehan tîne.
Di heman demê de, kompanyayên Çînî veberhênan li aboriya welatên pêşkeftî dikin ku hewl didin çavkaniyên dahatên xwe ji derveyî petrolê berfireh bikin.
Peymanên enerjiyê bûne projeyên hevbeş. Teknolojî îro bûye bazirganî û Rojhilata Navîn ku serdemekê textê kişikê yê hêzên qodaman ên biyanî bû, îro dibe yek ji stûnên sereke yên stratejiya cîhanî ya Çînê.
Çîn tenê kel û pelan nafiroşe derve lê di warê nifşê pêncemîn ê înternetê (5G), hişê çêkirî (AI) çavdêrî û teknolojiya kesk de pergalê jî difiroşe.
Şirketên wekî Huawei û Hikvision mijûlî avakirina bingehên dîjîtalî ne li seranserê welatên Kendavê lê di vê demê de otomobîlên bi karebayê û teknolojiya bataryayên wan ji aliyê wan aboriyên ku di qonaxê veguherandina enerjiyê de ne yên wekî Îmarat û Siûdî tên pesendkirin.
Lê belkî ya ku di nexşeya rêya Çînê de herî kêm girîngî pê hatiye dayîn medya û eko-pergalên dîjîtalî bin. Bi rêya platformên wekî WeChat, Weibo, Douyin (TikToka Çînî) û Bilibili (YouTubeya Çînî), Çînê dîwarek li dora înternêta cîhanî kişandiye û înternêta xwe ava kiriye. Platformên rojavayî qedexe kirine. Gotûbêj bi zimanê Mandarînî pêk tê, ji bo civakeke ku hejmara wan ji yek mîlyar kesî zêdetir e.
Rûdaw li pişt Dîwarê Mezin a Çînê dengê Kurdan dide bihîstin
Çîn, xwediyê duyemîn gelê herî mezin ê cîhanê ye û xwediyê erdnîgariyeke gelekî mezin e. Rûdaw li vir e, li Çînê. Tora Medyayî ya Rûdawê çend salan e bi şandina tîman û vekirina nivîsgehê li Çînê kar dike, ji Kurdistanê û Îraqê dezgeheke din a medyayî li Çînê nîne.
Tora Medyayî ya Rûdawê di dema salek û nîva borî de, karek kiriye ku kêm kesên li herêmê dikarîbû lê bifikirin an jî hewl bidin: Ketina nav keleha dîjîtal a Çînê û nasandina Kurdistanê bi civaka berfireh a li ser înternetê ya li wî welatî.
Di demekê de ku gelek ji komên medyayî yên navneteweyî an asteng li wan hatiye kirin an jî di şêlûbûna wergêranê de winda bûne, Rûdaw li Çînê bi serokatiya hevkarê min Behmen Hesen, berheman vedigerîne ser zimanê Çînî û bi awayê jêrnivîs û beşekê jî bi awayê dublajê bi Çînî belav dike. Heta niha zêdetirî 800 berhem û mijaran li ser platformên Çînî belav kirine ji Douyinê bigire heta Bilibiliyê zêdetirî 40 milyon temaşevanî hebûne. Girîngî bi çi hatiye dayîn? Çanda Kurd, nûçeyên Kurdistanê, Îraq û Rojhilata Navîn û rûmala rasterast a Rûdawê ya bûyerên germ ên cîhanê.
Lê ev ne ragihandin e, belkî karekî medyayî yê profesyonelane ye, Rûdaw Kurdan bi Çîniyan dide nasîn û ew jî piştî lêkolînê raya xwe dinivîsin: Yekî ji bikaranînerên Çînî li ser rûpeleke Rûdawê li platformeke Çînî nivîsiye: "Mafê jiyanê yê her gelî heye û ti welat nikare vî mafî ji wan bistîne." Yekî din nivîsiye: "Gelê Kurd aza, bêtirs û zilmlêkirî ye." Yekî din dibêje: "Cil û bergên Kurdan gelekî xweşik in."
Ji bilî vê yekê, rê bê pirsgirêk nîne. Bikaranînerên Çînî, kêmtirîn agahiya wan li ser Kurdistanê nîne, valahiyeke ku bi sedema dehan salên propagandaya herêmî û nebûna di çerxa cîhanî de çêbûye. Rûdaw di vê rewşê de post piştî postê, vîdeo piştî vîdeoyê bi Çînî belav dike.
Medyaya Bêsînor
Stratejiya Çînê li Rojhilata Navîn bi awayekî balkêş li ser bingeha miamelê ye. Çînî dibêjin em îdeolojî yan midaxeleyê bi xwe re nayînin, tenê bingehê ava dikin û hilberînê dikin.
Ketina nav rûdanan ji bo cîhana dîjîtalî ya Çînê, şêwazeke nasandina medyayî ye. Li şûna tenê wergirtina naverokê û bandora Çînê, toreke çîrokên Kurdî û nûçeyên Îraqê dike nav sûra xwînê ya yekî yekê ji civakên herî taybet û herî mezin ên civakên online ên cîhanê û diselimîne ku medya dema ku zîndî be dikare gelekî jî berfireh bibe.
Di dema ku hêzên kevneşopî împratoriyên xwe bi leşker dihatin ava kirin de, Çîn bandora xwe bi rêya app, algorîtma û destpêgihandinê ava dike. Ew ne tenê li Rojhilata Navîn e, di diyarkirina paşeroja herême de jî alîkariyê dike.
Lê bi sedema stratejiya dîjîtalî ya wêrek a Rûdawê, çîroka Kurdan ne tenê ji temaşevanên Rojhilatî yan hevpeymanên herêmî re vedibêje. Belkî niha digihîje milyaran kesan ku wan berê navê tewr Kurdistanê jî nebihîstibû. Di cîhaneke ku têgihîştin hêz e de, ev pir girîng e.
Çend amarên balkêş ên derbarê berhemên Rûdawê li platformên Çînê ev in: Rûdawê heta niha zêdetirî 800 berhemên cuda li platformên cûda yên Çînî belav kirine ku piraniya wan taybet bûn bi nasandina Kurdistanê û nûçeyên herêmê. Her wiha di maweyê sal û nîva borî de zêdetirî 40 milyon Çîniyan mijar û postên Rûdawê dîtine û heta niha sed hezaran tevger û şîrove li ser berheman hebûne û nêzîkî 20 hezar kesî jî bûne şopînerên rûpelên Rûdawê û bi rêya Rûdawê ji rûdanên li Kurdistanê, cihanê û herêmê agahdar in.
*Mehdî Ferec: Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Pekînê