Ji xelkê tê xwestin ku bi stadyumekê de bimîzin: Sedem çi ye?
Dusseldorf (Rûdaw) - Stadyuma Eledayê ya li bajarê Malmoyê yê Swêdê xelkê teşwîq dike ku biçin stadyumê û bimîzin.
Birêvebiriya stadyumê dixwaze heta dawiya meha Çiriya Paşîn hezar lître mîz kom bike û gubreyê jê çêbike.
Bjorn Vinnerasê di projeya komkirina mîzê de cih digire da zanîn ku ew mîzê kom dikin û pişt re hişk dikin.
Vinneras diyar kir, tiştê ku piştî hişkkirinê dimîne ango piştî ku ava nav mîzê namîne, heman ew made ye ku di nav gubreyê de heye.
Wî profesorî amaje pê kir ku her mirovek salane 500 lître mîz dike û ji wê jî 25 kîlo gubre tê hilberandin.
Niha Swêd neçar e ku madeyên ji bo hilberîna gubreyê ji derve hawirde bike û ew made zerereke mezin didin jîngehê.
Mîz dikare ji bo hilberîna gubreyê bibe alternatîfeke jîngehdost.