RAPOR - Trump ji bo êrişeke nû ya li Îranê amade ye
Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê li ser zarê du berpirsên ku nexwestiye navê wan were eşkerekirin ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser mijara şerê li Îranê bi tîma xwe ya ewlehiya neteweyî re civiyaye.
Li gorî wan çavkaniyên ku rasterast bi Serokê Amerîkayê re peyivîne, eger di xuleka dawî de peymanek çênebe, "Trump bi awayekî cidî li ser êrişên nû yên li Îranê difikire."
Çavkaniyeke nêzîkî Trump û çavkaniyeke din a agahdar ji Axiosê re ragihandiye ku di çend rojên borî de Trump ji ber dan û standinên bi Îranê re gelekî bêzar û dilgiran bûye.
Ew her du çavkanî dibêjin ku Trump roja sêşemê ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re gotiye ku ew dixwaze derfeteke din bide dîplomasiyê lê belê heta şeva pêncşemê, meyla wî zêdetir li ser dayîna fermana êrişê bûye.
Çavkaniyeke nêzîkî Trump eşkere kiriye ku Serokê Amerîkayê qala îhtimaleke operasyoneke leşkerî ya mezin kiriye ku pişt re karibe serkeftinê ragihîne û dawî li şer bîne lê hîn ti nîşane nînin ku Trump biryara dawî ya şer dabe.
Hewlên dîplomatîk ên Pakistan û Qeterê
Civîna roja înê ya Trump di demekê de bû ku Sererkanê Pakistanê Asim Munîr wekî hewla dawî ya ji bo kêmkirina aloziyan û rêlibergirtina destpêkirina şer çûbû Tehranê.
Roja înê her wiha şandeyeke Qeterê jî ji bo piştgiriya dan û standinan gihîşt Tehranê.
Tê çaverêkirin ku Munîr îro bi Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Ehmed Wehîdî re bicive ku ew di biryarên Îranê de kesayetiyekî girîng e.
Berpirsekî Amerîkayî yê ku agahdarî hewlên dîplomatîk e ji Axiosê re gotiye ku dan û standin "bi êş û dijwar in."
Wî her wiha destnîşan kiriye ku reşnivîsa peymanan "her roj tê guhertin û diçin û tên" lê ti bipêşketinên berbiçav nînin.
Çavkaniyan ji Axiosê re ragihandiye ku Cîgirê Serok JD Vance, Wezîrê Şer Pete Hegseth, Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe, Seroka Nivîsgeha Koşka Spî Susie Wiles û çend berpirsên din bi Trump re beşdarî civînê bûne.
Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji ber gera xwe ya Ewropayê û General Dan Caine ji ber beşdariya ahenga mezûniyeta Akademiya Deryayî nekariye beşdar bibin.
Di civînê de li ser rewşa dan û standinan û bijardeyên li ber dest eger dan û standin bi ser nekevin agahdarî dane Trump.
Trump naçe daweta kurê xwe
Çend saet piştî civînê, Koşka Spî guhertinek di bernameya roja yekşemê ya Trump de ragihand.
Biryar e Trump piştî gotara êvara înê ya li New Yorkê, li şûna ku biçe tîma xwe ya golfê ya li Bedminsterê, rasterast vegere Washingtonê.
Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî Truth Social nivîsiye ku ew vê hefteyê beşdarî ahenga zewaca kurê xwe Donald nabe.
Trump sedema vê yekê bi "rewşa girêdayî hikûmetê û hezkirina min a ji bo Amerîkayê" ve girê daye.
Trump nivîsiye, "Ez hîs dikim ku di vê dema hestyar de li Koşka Spî ya li Washingtonê bimînim girîng e."
Peyman ne nêzîk e
Roja înê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku dan û standin didomin lê peyman ne nêzîk e.
Li aliyê din, Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê roja înê li ser zarê çavkaniyeke nêzîkî tîma dan û standinan a Îranê ragihandiye:
"Dan û standinên li ser mijarên aloz hîn didomin û heta niha ti encamên dawî bi dest neketine."
Wê çavkaniyê her wiha aniye zimên ku niha giranî hatiye dayîn li ser "bidawîanîna şer" û heta ev pêk neyê li ser ti mijarên din dan û standin nayên kirin.
Di şeş hefteyên borî de çend caran wisa xuya bûye ku Trump nêzîkî destpêkirina şer e lê pişt re poşman bûye.
Axiosê nivîsand:
"Hinek çavkaniyên nêzîkî dan û standinan hîn bawer dikin ku di 24 demjimêrên bê de derfetek heye ku bigihêjin cureyekî peymanê.
Lê ew çavkaniyên ku agahdarî ramanên Trump in dibêjin, wisa xuya dike ku Serokê Amerîkayê amade ye serî li karê leşkerî bide, eger di dan û standinan de tiştekî çaverênekirî rû bide."