Lêkolînerê Kurd Awat Elî bi dahênana xwe ya nû bala cîhanê kişand

Dusseldorf (Rûdaw) - Zanyarê Kurd Awat Elî teknîkeke nû ya ji bo tesbîtkirina madeyên jehrî yên di nav cil û bergan de dît.

Vê dahênana Awat Elî bala navendên zanistî yên Swêdê kişand.

Dahênana wî di konferanseke navneteweyî ya li Holendayê de hat naskirin.

Bi vê teknîka nû dema pişkinîna perçeyên qumaşan ji 10 demjimêran daket 30 çirkeyan.

Ev dîtin ji bo parastina tenduristiya mirovan a ji madeyên kîmyayî yên zererdar ên di nav cil û bergan de wekî gaveke girîng tê dîtin.

Ew konferansa zanistî li bajarê Maastrichtê yê Holendayê hat lidarxistin.

Konferans yek ji konferansên herîn mezin ên warê jehrnasiyê û kîmyaya jîngehê ye û nêzîkî 3 hezar zanyaran tê de cih girt.

Armanca konferansê ew e ku komên zanistî bi karên hevdû bên naskirin, ji bo projeyên hevbeş hemahengî çêbibe û sektora akademîk, pîşesazî û rêxistinên jîngehparêz werin cem hev.

Dema pişkinînê daket 30 çirkeyan

Awat Elî lêkolîneke zanistî pêşkêş kir.

Ev lêkolîn meha nîsanê ya îsal di kovareke taybet a li ser nexweşiyên çerm de hat belavkirin.

Lêkolîn qala dîtina rêyeke nû û lezgîn dike ku madeyên zererdar ên di nav cilan de derdixe holê.

Awat Elî di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de ev agahî dan.

Wî diyar kir ku di rêya kevn de ji bo pişkinîna perçeyekî cil nêzîkî 10 demjimêran pêwîst bû.

Lê bi teknîka nû ev dem daxistiye tenê 30 çirkeyan.

Ev yek ji bo sektora pîşesaziyê asankariyekê dike.

Bi vî awayî ew dikarin bi lez pişkinîna cil û bergan bikin û ji silametî û tenduristiya xelkê piştrast bin.

Zanyarê Kurd her wiha da zanîn ku di pîşesaziya cilan de bi hezaran madeyên kîmyayî yên curbicur tên bikaranîn lê tenê hinek ji wan destûrdayî ne.

Wekî mînak, di koma aromatîk amîneyan de tenê destûr ji bo bikaranîna 22 madeyan heye.

Lê di heman demê de bi sedan cureyên din ên ku dibin sedema nexweşiyên çerm, 10 qatî zêdetir ji asta asayî tên bikaranîn.

Mesrefa pişkinînê jî gelekî kêm e

Awat Elî da zanîn ku dahênaneke nû bi pêş xistiye ku rêyeke "kesktir" û lezgîntir e da ku ev madeyên zererdar werin diyarkirin.

Ev rêya nû paşmayiyên plastîkê û madeyên kîmyayî yên jehrî li pey xwe nahêle.

Di rêya kevn de pêwîstî bi nîv lître helînerê (solvent) hebû.

Ji aliyê mesrefê ve jî ev teknîk gelekî erzan e.

Bi rêya nû pişkinîna nimûneyekê tenê 50 sent e lê bi rêya kevn 20 heta 25 dolaran xercî diçû.

Cilên tarî metirsîdar in

Awat Eliyê ku niştecihê Swêdê ye, di lêkolîna xwe de ceribandinê li ser 60 nimûneyên cilên zarokan ên li bazarên Swêdê kiriye.

Di encamê de derketiye holê ku di cilên bi rengên tarî (reş, gewr, qehweyî) û yên ji polîster an jî polîsterên ducare bikarhatî hatine çêkirin de, hejmara madeyên kîmyayî yên zererdar herî zêde ne.

Lê di hemberî vê yekê de, di cilên pembû û yên rengspî de rêjeya madeyên zererdar gelekî kêm e.

Wekî mînak, di nav 50 madeyên belavbûyî de, 20 made di cilên polîster ên tarî de hatin dîtin.

Lê di cilên pembû yên spî de tenê 2 yan 3 made di asteke ewle de hatin dîtin.

Li gorî lêkolînê, bi taybetî di cilên ku li ser înternetê tên kirîn de madeyên metirsîdar zêde ne.

Her wiha ceribandin li ser 14 nimûneyên cilên werzişê yên polîster jî hatiye kirin.

Derketiye holê ku di 7 nimûneyan de madeyeke ku dibe sedema penceşêrê heye û asta wê 10 caran ji rêjeya asayî bilindtir e.

Pîşesaziya Swêdê ket nava tevgerê

Encamên projeya Awat Elî di medyaya Swêdê de deng veda.

Rojnameya Dagens Nyheterê rûpela xwe ya yekem ji vê lêkolînê re terxan kir.

Piştî vê yekê pîşesaziya cilan a li Swêdê bertekeke erênî nîşan da.

Sendîkaya pîşesaziya cilan daxwaza hevdîtinê kir û bi lêkolînerê Kurd re gihîşt peymanekê.

Ew dixwazin bi hevkariyê nav û dengê xwe biparêzin û kel û pelên ewletir û "kesktir" ji bo bikarhêneran hilberînin.

Xetereya mîkroplastîkan

Lêkolînerê Kurd qala xetereyên din ên wekî "mîkroplastîk"ê jî kir ku di piraniya kel û pelên rojane de heye.

Hûrplastîk di kel û pelên navmalê, xwarin û otomobîlan de heye û metirsiyê li ser tenduristiya mirovan çêdike.

Awat Elî got ku dibe di mêjiyê her mirovekî de bi qasî kevçiyekî hûrplastîk hebe ku di laş de dimîne û bandorê li hormonan dike.

Lêkolîner zêdebûna nexweşiyên wekî tîroîdê yên di 30 salên dawî de bi zêdebûna van madeyan ve girê dide.

Bikaranîna zêde ya lalîk û qedehên plastîkî xetereya li ser jîngeh û tenduristiyê zêde kiriye.

Li şûna wan bikaranîna şûşe û hesinan wekî alternatîfeke ewletir tê pêşniyarkirin.

Rojnamegeriya ber bi zanistê ve

Awat Eliyê ku berê rojnameger bû û niha lêkolînerê zanistî ye, ragihand ku derbasbûna wî ya ji medyayê ber bi zanistê ve ne dijwar bûye ji ber ku zanist xewna wî bûye.

Piştî gihîştina xwe ya Swêdê ya di sala 2018an de, derfet ji wî re çêbûye ku vegere warê zanistê.

Wî piştî salekê bawernameya xwe pejirandiye û sala 2019an dest bi xwendina masterê kiriye.

Awat Elî niha xwendina xwe ya doktorayê didomîne.