Şert û mercên peymana Îran û Amerîkayê eşkere bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka, Îran û Pakistanê roja şemiyê ragihand ku di guftûgoyên ji bo bidawîkirina şerê 3 mehî de gavên baş hatine avêtin.
Îslamabad di vê navberê de rola navbeynkariyê dilîze.
Artêşa Pakistanê diyar kir ku encamên hevdîtinan hêvîyan dide.
Ev yek piştî wê hat ku Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr li Tehranê bi berpirsên payebilind ên Îranê re civiya û paşê vegeriya welatê xwe.
Li gorî du çavkaniyên Pakistanî yên ku ji ajansa Reutersê re axivîne, ev peymana ku niha qala wê tê kirin "ji bo bidawîkirina şer peymaneke giştgir û baş e."
Rojnameya Washington Timesê ya Amerîkayî jî li ser zarê çavkaniyeke agahdar qala wê yekê kir ku Îran û Amerîka roja şemiyê li ser reşnivîsekê li hev kiriye.
Tê payîn ku ew roja yekşemê peymana xwe bi awayekî fermî eşkere bikin.
Hûrgiliyên peymanê
Li gorî zanyariyên Reutersê, reşnivîsa peymanê ji 3 qonaxan pêk tê:
Bidawîkirina şer: Ragihandina fermî ya bidawîbûna şer û rawestandina êrişên her du aliyan.
Çareserkirina pirsgirêka Tengava Hurmizê: Vekirina vê xeta avî ya girîng li ber keştiyan û rakirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser benderên Îranê.
Destpêkirina hevdîtinên nû: Diyarkirina 30 rojan ji bo ku her du alî li ser pirsgirêkên mezin ên wekî miajra nukleerê dest bi hevdîtinên kûrtir bikin.
Dibe ku ev dema bê dirêjkirin.
Reuters diyar kir ku eger her du alî li ser vê reşnivîsê razî bin, dê rasterast piştî Cejna Qurbanê hevdîtinên nû dest pê bikin.
Çavkaniyê ji Washington Timesê re diyar kiriye ku her du alî razî bûne û tenê ragihandina peymanê maye.
Mercên Amerîka û Îranê
Amerîka çi dixwaze?
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio mercên welatê xwe ducare kirin.
Rubio anî zimên ku divê ti carî çekên nukleer ên Îranê nebin û divê Îran uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike.
Her wiha divê Tengava Hurmizê jî bêyî wergirtina ti bacan bê vekirin.
Îran çi dixwaze?
Tehran dibêje mafê wê ye ku ji bo armancên aştiyane uranyumê dewlemend bike û ti armanca wê ya çêkirina çekên nukleer nînin.
Li hemberî vê yekê Îran dixwaze ku serperiştiya Tengava Hurmizê bike.
Dixwaze Amerîka dorpêça li ser benderên wê rake û cezayên li ser firotina petrolê jî rake.
Her wiha Îran dixwaze şerê niha yê li Libnanê yê di navbera Îsraîl û Hizbulahê de jî bi dawî bibe.
Gefên Trump û amadehiyên Îranê
Donald Trumpê ku ji ber bihabûna sotemeniyê li navxweyî Amerîkayê rûbirûyî rexneyan bûye, roja yekşemê biryara xwe ya dawî dide bê ma dê şer dest pê bike an peymanekê çêbike.
Trump dibêje, "Yan em dê peymaneke baş bikin yan jî ez dê wan bişînim dojehê."
Ji bo vê yekê jî Trump bi rêya telefonê bi serkirdeyên Siûdiye, Qeter, Îmarat, Urdin, Misir, Tirkiye û Pakistanê re axivî.
Li hemberî vê yekê, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbafê ku serokatiya tîma hevdîtinan a Îranê kiriye got ku ew ti carî ji Amerîkayê bawer nakin.
Wî diyar kir ku Amerîka aliyek e ku "ti rastgotiniyek li cem wan nîne."
Qalîbaf hişyarî da ku di dema agirbestê de hêzên wan xwe ji nû ve bi rêxistin kiriye.
Wî anî zimên, eger Amerîka bi "bêaqilî" dest bi şer bike, dê bersiva wan a vê carê gelekî girantir û taltir be.
Tê gotin ku Îranê kariye depoyên xwe yên uranyuma dewlemendkirî, mûşek, dron û hêzên xwe yên hevpeyman (yên wekî Hizbulahê) biparêze.