Tirkiyê bi bihayê 344,6 milyon euro çekên şer ji Almanyayê kirîne

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê sala derbasbûyî bi bihayê 344 milyon û 600 hezar euro çekên şer ji Almanyayê kirîne û dîsan di rêza yekem a lîsteya hinardekirinê ya Almanyayê de cih girt.

Li gor medyaya Almanyayê ku pişta xwe bi belgeyên “nehênî” yên Wezareta Darayî girêdaye, Almanyayê sala 2019ê bi giştî bi bihayê 823 milyon û 600 hezar euro çek hinarde kirine. Zêdetir yek ji sisiyê hinardekirinê jî bo Tirkiyê bûye. Sala 2018ê jî Tirkiyê bi bihayê 242 milyon û 800 hezar euro çek ji Almanyayê kirîbûn û di rêza yekem de cih girtibû.

Di kategoriya “çekên şer” a hinardekirina hikûmeta Almanyayê de tank, top, keştiyên cengê, helîkopterên serbazî, keştiyên jêr deryayê û firokeyên şer cih digrin. Hikûmeta Almanyayê sala derbasbûyî ji ber êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hinardekirina hinek çekan bo Tirkiyê rawestandibû.

Li gor medya Almanyayê, di raporta hinardekirina çekan a hikûmeta Almanyayê de ku hefteya borî hatibû belavkirin, navê welatên sêyem ên derveyî Yekîtiya Ewropa û NATOyê cîh digre, daneyên hinardekirinê yên Tirkiyê bi awayekî cuda nehatibûn dayîn.

Ji ber vê sepana nû di raporta 2019ê de, ji 45 welatên çekan ji Almanyayê dikirin navê 35an cih nagire. Bi hinceta vê sepana nû, Daîreya Federal a Îstatîstîkan di raportê de bal kişandibû ser wê yekê ku eger daneyên her welatekî cuda bên dayîn wê demê mimkun e fîrmayên çek firotine bên destnîşankirin. Bi vê hincetê jî li ser prensîba parastina siren ticarî daneyên welatan nehatine belavkirin.

Parlamenterên Encûmena Federal eger daxwaz bikin dikarin xwe bighînin amaran, lê ji ber ew zanyarî “nehênî” ne bo raya giştî nayên parvekirin. Partiya Keskan û Partiya Çep ku opozisyon in vê sepanê rexne dikin.