Saziyên sivîl dixwazin Fransa zarokên DAIŞê vegerine
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistin û saziyên civaka sivîl û komeleyên mafên mirov li Fransayê ji bo vegerandina jin û zarokên DAIŞiyên Fransî hewlên xwe zêde dikin.
Li Fransayê, rêxistin û saziyên mafên mirov, rêxistinên civaka sivîl, parlemanter û çalakvan hewl û bizavên xwe ji bo vegerandina jin û zarokên DAişiyên Fransî ji kampên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê, yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser, zêde dikin.
Yekemîn car e ku 110 nûnerên civaka sivîl li ser daxwaznameyekê îmze kirine û kopiyek jê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin. Ew tê de daxwaza vegerandina zarok û jinên cîhadiyên Fransî yên di kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de ne dikin.
Her di çarçoveya van hewlan de, roja duşemê, hejmareke sazî û rêxistinên civaka sivîl civînek li şanoya Théâtre du Rond-Point, li Parîsê li dar xistin, ku hin dîmen jê taybet ji bo Rûdawê hatine şandin.
Seroka Komeleya Fransî ya Mafên Mirov Françoise Dumont, di civînê de beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Françoise Dumont di daxuyaniyeke taybet de di derbarê vê mijarê de ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê behsa armanca çalakiyên Komeleya Fransî û saziyên civaka sivîl kir.
Seroka Komeleya Fransî ya Mafên Mirov Françoise Dumont dibêje "Armanc ji vê çalakiya me ew e ku em bibêjin êdî bes e, gelek zehmetî û azar hatin dîtin. Welatên din ên Ewropa dest bi vegerandina hevwelatiyên xwe kirin, û gelek ji wan welatan dê berdewam bin. Ti sedem nînin ku Fransa jî heman tiştê neke."
Dumont her weha got, hikûmeta Fransa ji rûbirûbûna raya giştî ditirse lewma red dike van welatiyan vegerîne.
Françoise Dumont got "Çima hikûmeta Fransa red dike wan vegerîne? Di baweriya min de sedema redkirinê bi sadeyî, û me pir caran ev bi zelalî gotiye, ew e ku ew red dike rûbirûyê raya giştî derbarê vê babetê de bibe. Bi rastî ev ne babeteke hêsan e, ji ber ku her tişta girêdayî teror û cîhadê be tirsê çêdike û em baş bi vê yekê digihêjin."
Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bi dest xistine, derdora 200 zarokên çekdarên DAIŞê yên Fransî li kampên Rojavayê Kurdistanê hene. Li gorî çavkaniyên Fransî, temenê piraniya wan kêmtir ji 6 salan e. Fransa welatê Ewropî yê herî bêhtir rastî êrîşên terorîstî hatiye, lewma hikûmeta wî welatî pir bi hestyarî reftarê ligel dosyaya vegerandina jin û zarokên DAIŞiyan dike.