Li Deryaya Reş di navbera Rûsya û Brîtanyayê de alozî derket
Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê bi hinceta ku sînorê deryayî yên li Behra Reş binpê kiriye, guleyên hişyariyê berî keştiya Brîtanî da.
Li gorî Wezaret Berevaniya Rûsyayê balafireke şer a tîpa Su-24M ya Rûsyayê 4 bombe avêtin ser riya keştiya bi navê HMS Defender ya Brîtanî.
Li gorî nûçeya The Moscow Timesê
Balafirek şer û keştiya parastina sînor yên Rûsî ji ber binpêkirina sînorê deryayê li nêzî Kirimê guleyên hişyariyê berî keştiyek şer ya Brîtanî dane.
Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsî TASSê, Wezareta Berevaniyê ragihandiye ku Balefira şer SU-24 a Rûsî ji bo pêşveçûna keştiya Brîtanyayê bide sekinandin çar bombe avêtiye ser rêya wê.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê da zanîn ku Keştiya HMS Defender bersiva guleberdanê nedaye û keştiya Brîtanî piştî guleberdanê demek kurt ji ava Rûsyayê derketiye.
Senatorê Rûsî Sergei Tsekov kiryarên keştiya şer wekî "binpêkirinên eşkere yên normên navneteweyî" şermezar kir.
Piştî bûyerê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku bang li nûnerê serbazî yê Brîtanî yê li wî welatî kiriye.
Komkeştiya Brîtanî di serê Hezîranê de ji bo parastina keştiya balafiran ya li Derya Spî hatiye şandin.