Dubravka Šuica: Hewlên me yên ji bo çareserkirina krîzan ne tenê dirûşm in
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê Dubravka Šuica tekezyê kir ku rola wan a sereke ew e ku hemû aliyên bi nakok teşwîq bikin da ku ji bo çareseriyê vegerin ser maseya dan û standinan.
Alîkara Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Kar û barên Demokrasî û Demografiyê Dubravka Šuica bersiv da pirsa nûçegihana Ewropayê Ala Şaliyê.
Wezîrên karên derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) îro li Bruksela peytexta Belçîkayê civiyan.
Rojeva serekî ya civînê, gotûbêjkirina bernameya atomî ya Îranê û çalakiyên wê yên têkdana seqamgîriya navçeyê ne.
Dubravka Šuicayê tekezî li ser rola Yekîtiya Ewropayê ya ji bo aramkirina herêmê kir.
Šuicayê ragihand ku hewldanên YEyê ji bo anîna aliyên bi nakok bo ser maseya diyalogê cidî ne û ew ne tenê dirûşm in.
Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê, li ser derbarê komîsyona nû ya Yekîtiya Ewropayê de ku kar û barên welatên Deryaya Navîn, Rojhilata Navîn û Kendavê li xwe digire ji Rûdawê re wiha got:
“Divê zelal be ku ev komîsyon ji bo welatên Deryaya Navîn, Îran, Îraq û welatên Kendavê hatiye damezrandin. Ji ber vê yekê, dema ku em dibêjin 'em dixwazin rolekê bilîzin', ev ne tenê dirûşmek e.”
Dubravka Šuicayê tekezî li ser wê yekê kir ku armanca sereke ya rola wan, hêsankirina diyalogê ye û got, “Dema em dibêjin 'em rolekê bilîzin', mebesta me ew e ku em hemû aliyan teşwîq dikin da ku li ser maseya dan û standinan rûnên.”
Alîkara Seroka Komîsyona Ewropayê her wiha bi pirsekê bal kişand ser girîngiya danûstandinan û got,
“Ma qet şerek heye ku di dawiyê de bêyî rûniştina li ser maseya dan û standinan bi dawî bûbe? Ev jî rola me ye.”