Medvedev: Rûsya dê çekên nukleerî nede Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev ragihand ku niyeta welatê wî nîne çekên nukleerî bide Îranê.

Alîkarê  Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev, di bersiva xwe ya ji bo rexneyên Serokê Amerîkayê Donald Trump de, teqez kir ku Rûsya alîgirê "Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî" ye.

Medvedev got, "Niyeta Rûsyayê nîne ku çekên nukleerî bide Îranê, ji ber ku em alîgirê Peymana Rêgirtina li Belavbûna Çekên Nukleerî ne."

Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl ne alîgirê wê peymanê ye.

Ji Trump bertekeke tund

Serokê Amerîkayê DonaldTrump berê di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Social de, bertekeke tund nîşanî wan gotinên Medvedev dabû ku gotibû, "Dibe ku çekên nukleerî ji aliyê welatên din ve ji Îranê re werin dayîn."

Medvedev di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew êrişa Amerîkayê ya li Îranê şermezar dikin û anî ziman ku êriş negihîştiye armanca xwe.

Alîkarê  Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê her wiha got ku di serdema serokatiya xwe de ew berpirsiyarê hêza nukleerî ya Rûsyayê bû û haya wî ji encamên dayîna çekên nukleerî ji Îranê re heye.

Medvedev di heman demê de bi bîr xist ku wî bi Serokê Amerîkayê re Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk a Nû (START a Nû) îmze kiriye û destnîşan kir ku ev peyman hîn jî  berdewam dike.

Medvedev  herî dawî got, “Divê em nekevin nav nîqaşa ka kîjan welat xwedî zêdetir çekên nukleerî ye.

Pirs ev e, niha çi li pêş e? Divê bal li ser geşedanên paşerojê be.”