Artêşa Almanyayê 745 êzdî û kakeyî perwerde kirin

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gor daxuyaniyeke ku Artêşa Almanyayê li ser malpera xwe belav kiriye, di navbera 21ê Hezîran û 16 Tîrmeha 2015ê de bi giştî 745 şervanên kurdên êzdî û kakeyî bi hevkariya Artêşa Almanyayê li navendên perwerdeyê yên li Hewlêr, Atrûş û Menîla hatin perwerdekirin.

Heta niha li Başûrê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 800 pêşmerge ji aliyê Artêşa Almanyayê ve hatine perwerdekirin.

Li gor Artêşa Almanyayê, şervan di aliyê taktîkî û meydanî de, nîşangirî û arîkariya tibî de, naskirina xefikên teqemeniyê, herwiha di mafên gelan yê hûmanîter de hatin perwerdekirin.

Li gor Artêşa Almanyayê, wan niha şandina cebilxaneyên leşkerî bo Herêma Kurdistanê bi dawî aniye û şandina qefla 3emîn ya cebilxaneyên leşkerî di 9ê Tîrmehê de pêk hatiye û bi vê yekê hemû cebilxaneyên ku di aliyê siyasî de biryara şandina wan hatibû dan, gihiştine Herêma Kurdistanê.

Lîsteya cebilxaneyên ku Artêşa Almanyayê bo pêşmergeyan şandin, wiha ye:

  • 8.000 kumên şer,
  • 4.000 êlekên parastinê,
  • 4.000 berçavkên parastinê,
  • 700 bêtêl,
  • 680 Dûrbînên şevê,
  • 2.500 dûrbînên du-lûle,
  • 1.000 maskeyên parastina ji çekên kîmyewî
  • 15 seyarên veguhestina şervana ji cûreyê DINGO 1,
  • 40 qamyonên ji cûreyê 2t UNIMOG,
  • 60 qamyonên ji cûreyê WOLF,
  • 10 seyarên hawarçûna bijîşkî ji cûreyê UNIMOG,
  • 25 mutfexên seyar,
  • 125 kon,
  • 12.080 tifingên ji cûreyê G3,
  • 50 keleşkofên ji cûreyê MG3,
  • 8.000 tifingên ji cûreyê G36,
  • 8.040 demançeyên ji cûreyê P1,
  • 60 antîtankên ji cûreyê MILAN ligel 1.000 rokêtan,
  • 400 antîtankên ji cûreyê Panzerfaust 3,
  • 20.000 narîncok,
  • 100 demançeyên sînyalan,
  • Fîşekên demançe û tifing û antîtankan
  • Meteryalên tibî
  • Parçeyên tamîra çek û seyareyan

 

Artêşa Almanyayê herwiha diyar dike ku wan 2000 kumên şer, 3000 maskeyên parastina ji çekên kîmyewî, meteryalên tibî û kincên leşkerî dane artêşa Iraqê jî.

Artêşa Almanyayê herwiha diyar kiriye ku kincên leşkerî yên zivistanê jî amade ne û ewê di payîzê de ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bên şandin.