Polîsê Bavyera: Êrîşkar bi rêgez Îranî ye
Navenda Nûçeyan – Polîsê wîlayeta Bavyera ya Almanyayê ragihand ku ew kesê êrîşa li bazarekê bajarê Munchenê pêk aniye bi rêgez Îranî ye.
Şeva Înê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchenê yê Almanya êrişeke çekdarî pêk hat û û di encamê de 9 kes hatin kuştin 16 kes jî birîndarbûn.
Rêveberiya Polîs a Wîlayeta Bavyerayê derbarê êrîşê de ragihand êrîşkar kesek 18 salî ye, welatiyê Almanya ye û bi rêgez Îranî ye. Hate gotin ku li gor lêkolînên destpêkê ti alîkarekî êrîşkar nebûye. Herwiha kesekê naskirî jî nebûye û ti pêwendiyê wî bi rêkextinekê terorê re nehatiye dîtin.
Herwiha hate ragihandin ku piştî bûyerê 2 seetan termê êrîşkar hatiye dîtin.