Malîkî: Rûsya neba DAIŞê Bexda dagir dikir
Mûsil (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî dibêje, “Eger Rûsya neba herêm bi tevahî têk diçû, nexşeyeke nû dihate çêkirin û DAIŞê Bexda jî dagir dikir.”
Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hîzba De’wa ya Iraqê Nûrî Malîkî îro bi tevî şandekî gihiştie Moskowa paytexta Rûsyayê.
Malîkî ji ajansa fermî ya Rûsyayê re ragihand, ku dê li gel berpirsên Moskowê li ser alîkariyên hevbeş, berdewamkirina hevalbendiya Rûsya û Iraqê û herwiha di paşerojê de alîkariyên ji bo Iraqê gotûbêjan bike.
Li ser pirsekî derbarê rola Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn, Malîkî got: “Dubare dikim; eger Rûsya neba, herêm bi tevahî têk diçû, nexşeyeke nû dihate çêkirin û di encamê de DAIŞê Bexda jî dagir dikir.”
Nûrî Malîkî herwiha got: “Amerîka berovajiyê Rûsyayê kar dike û hewl dide Sûriyê biguhere. Lê helwesta Rûsyayê bûye sedema şkestina êrîşên Amerîkayê.”
Li gorî bernameyê, şanda iraqî ya di bin serokatiya Nûrî Malîkî de îro ti hevdîtinan li gel berpirsên Kremlînê nake.
Li gorî zanyariyên Rûdawê biryar e Malîkî li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Seroka Civata Federasyonê ya Rûsyayê Valentîna Matviyenko û paşî li gel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bicive.