VIDEO - Li Rûsyayê pisîkek dema pereyan didize tê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê pisîkek diçe kafeyekê û ji qaseyê pereyan didize, lê nagihe mirada xwe û ji aliyê karmendên kafeyê ve tê girtin.

Li bajarê Anapa ya ser bi herêma Krasnador a Rûsyayê, pisîkek dikeve kafeyê, diçe beşa qaseyê û li wê derê desteyek pere dixe devê xwe û hewl dide ji kafeyê derkeve.

Lê karmendekî kafeyê pisîkê û pereyê di devê wê de dibîne, diraje pereyên di devê wê de û pere jê disîtne û ji kafeyê tê derxistin.

Pisîka ku dizî ji xwe re kiriye pîşe, rojeke din ji aliyê mişteriyan ve tê girtin. Dîsan dema desteyek pere dixe devê xwe û hewl dide ji kafeyê derkeve tê girtin û xewna wê pêk nehat. Mişterî pereyan ji devê wê derdixin û wê derdixin derve.

Dîmenê diziya pisîkê ku ji aliyê kamereya çavdêriyê ve hatiye tomarkirin, bûye mijara medya civakî. Xwediyên kafeyê dibêjin her tim xwarinê didin pisîkê lê dîsan hewl dide pereyan bidize û ev kar ji xwe re kiriye wek pîşe.