Amerîka û Çîn hev bi êrîşên elektronî tometbar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka Çînê tometbar dike ku ew derbasî nava sîstema xizmetguzariyeke kompaniya Microsoft bûye û dibêje emailên 30 hezar saziyên Amerîkî û yên welatên din ketine destê êrîşkerên elektronî yên ser bi Wezareta Asayîşa Çînê ve, di nav wan de jî çendîn saziyên hikûmî hene.
Ji bo vê yekê, li gel NATO û Yekîtiya Ewropayê Amerîka bi tundî ev kiryarên Çînê şermezar kirin û ceza da ser hejmarek ji welatiyên Çînî.
Jen Psaki, Berdevka Koşka Spî, dibêje, “Em êrîşên elektronî yên ser welatê me û dijî saziyên me yên kerta taybet bi cidî werdigrin. Wezareta Dadê biryar da ceza li ser çar êrîşkerên Wezareta Asayîşa Çînê bisepîne û dozên yasayî li dijî wan veke.”
Çîn ji aliyê xwe ve tometên Amerîka red dike û dibêje ew ji rastiyê dûr in, herwiha dibêje mezintirîn çavkaniya êrîşên elektronî Amerîka ye.
Zhao Lijian, Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê, dibêje, “Çîn careke din ji Amerîka û hevpeymanên wê daxwaz dike êrîş û diziya elektronî li dijî welatê me rawestînin, ava xwe ya pîs bi ser Çînê ve navêjin û dozên ku li dijî me vekirine hilweşînin.”
Di heman dem de li hejmarek welatên din jî ev êrîşên elektronî bûne cihê ne aramî û metirsiya li ser ewlehiya wan a aborî.
Rêxistina Amnesty International hefteya borî eşkere kir ku bi rêya bernameyeke Israîlî, hewl hatiye dayîn sîxurî li ser 50 hezar çalakvan, rojnamevan û serkirdeyên hejmarek welat bê kirin, yek ji wan Serokê Fransa Emmanuel Macron e.
Piştî wê yekê, Macron civîneke bi lez li gel Asayîşa Niştimanî ya welatê xwe saz kir.
Hefteya borî du êrîşên din ên elektronî hatin kirin, yek ji wan bû sedema jikarketina amêrên veguhestina embaran li bendera Cape Town li Afrîkaya Başûr û ya din jî bû sedema dizîna zanyariyên Kompaniya Aramco ya Petrolê ya Siûdiyê.