Li Misrê hemû xebat û çalakiyên Îxwan Muslimîn hat qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Misrê, hemû xebat û çalakiyên rêxistina Îxwan Muslimîn (Îxwan) hatin qedexekirin.
Li gorî ajansên nûçeyan, dadgeha Qahirê li Misrê ragihand, ji vir û pêde hemû xebat û çalakiyên rêxistina îslamî ya Îxwan qedexe ne.
Li gorî nûçeyan, jibilî qedexekirina xebatên Îxwan biryar hat dayîn dest bi ser hemû çavkaniyên darayî û milkên rêxistinê de jî bê girtin.
Rêxistina Îxwan ku di dema serokatiya Husnî Mubarek de hatibû qedexekirin, piştî têkçûna Mubarek wek saziyeke sivîl dest bi kar bibû. Lê dema hikûmeta Mihemed Mûrsî ku yek ji rayedarên Îxwan bû, ji aliyê artêşa Misrê ve têk çû ji aliyê dadgehê ve xebatên wê rêxistinê wek rêxistinek sivîl hat qedexekirin û gelek endam û alîgirên wê bi tohmeta derxistina aloziyê û kişandina xelkê bo nav pevçûnan hatin girtin.