Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, di çarçoveya Civata Giştî ya 80emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li New Yorkê civiyan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di hevdîtinê de rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê û aramiya welêt hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêvajoya rakirina dorpêçan ji bo Sûriyeyê derfetek e ku bibe welatekî aram û serwer.
Têkoşîna li dijî terorê û pêwendiyên bi Îsraîlê re
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin. “Her du aliyan li ser hewldanên berdewam ên têkoşîna li dijî terorê, xebatên ji bo dîtina welatiyên Amerîkî yên windabûyî û girîngiya pêwendiyên Îsraîl-Sûriyeyê yên ji bo ewlehiya herêmê nêrînên xwe parve kirin.”
Ev yekem car e ku piştî nêzîkî 60 salan serokekî Sûriyeyê beşdarî civînên asta bilind ên Neteweyên Yekbûyî dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse