Du dijminên berê li New Yorkê wekî dost civiyan: Petraeus û Ehmed Şer
New York (Rûdaw) - Dîmenek e ku heta mirov nebîne, zehmet e bawer bike. Du zilamên ku rojekê dijminên hev ên sondxwarî bûn, îro wekî du dostên nêzîk gotûbêjê dikin.
Li civîneke li bajarê New Yorkê serokê berê yê CIAyê David Petraeus, li gel Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer hevdîtineke dostane pêk anî.
Ji dijminatiyê ber bi dostaniyê ve
Ehmed Şer ê ku berê bi navê "Ebû Mihemed Colanî" dihat naskirin û Amerîkayê wekî yek ji terorîstên herî metirsîdar ên cîhanê dihesiband, niha li ser sehneya siyaseta navneteweyî bi awayekî bi tevahî cuda derdikeve pêş.
Amerîkayê berê 10 milyon dolar wek xelat ji bo kuştina wî diyar kiribû.
Di hevdîtinê de, David Petraeus bi awayekî zelal got, "Alîgirên te yên zêde ku yek ji wan ez im, ji bo te bi fikar in."
Di bersivê de, Ehmed Şer got, "Berê em di şer de bûn, îro em gotûbêjê dikin."
Vê guherîna mezin li cem çavdêrên siyasî gelek pirs çêkirine.
Pirsên li ser paşerojê
Derbarê vê bipêşketinê, şirovekarê Rojhilata Navîn Ceng Sangnîç ji Rûdawê re got, "Dîtina van bipêşketinan, mêjiyê mirov radiwestîne.
Hêvîdar im ku ev rewakirina îdeolojiya tundûtîjiyê nebe û nermkirina îdeolojiya tundrewiyê be.
Bi nêrîna min, nabe ku lez di destxweşîkirina li hinek kesan de bê kirin ku serdemekê tundrew bûn.
Ji aliyekî din ve, Dr. Yasir Tebare, yek ji damezrînerên Foruma Sûriyeyê, ragihand,
"Rastiyek heye ku demek derbas bûye heya ku gihîştiye vê xalê. Bi rastî geştek hatiye kirin ku gihîştine vir.
Bi nêrîna min eger kesek hebe ku bikare tewazinê çêbike û ewlehî û parastina mafên kêmîneyan û her welatiyê Sûriyeyî dabîn bike, dibe ku kesekî wekî Ehmed Şeri be."
Paşeroja Kurdan
Yek ji mijarên herî girîng ên ku di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin, paşeroja Kurdên Rojavayê Kurdistanê bû.
Vî gelê ku Amerîkayê ji bo şerê li dijî terorê pişta xwe pê girê da, niha bi nêzîkbûna pêwendiyên Washington û Şamê re paşeroja wan ne diyar e.
Husên Ebdulhusên, şirovekarê li Saziya Parastina Demokrasiyan, derbarê gotinên Şer ên li ser Kurdan got:
"Ew bawer nake ku ji bilî wî kesek bikaribe serokatiya Sûriyeyê bike û dixwaze Kurd çekên xwe deynin û ji aliyê siyasî ve vegerin serdema ku tiştek nebûn.
Soza mafên wan wekî welatiyan dide ku baş e, lê ev ne bes e."
Di dawiyê de, li New Yorkê Ehmed Şer bi çepikan û wekî lehengekî hat pêşwazîkirin. Êdî ev siyaset e.
Wekî ku tê gotin, di siyasetê de ne dostên herdemî hene û ne jî dijmin, tenê berjewendî herdemî ne.