Ukrayna: Me 16 dronên Şahid-136 xistin xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Ukraynayê ragihand ku wan duh bi şev 16 dronên kamîkaze Şahid-136 ên Îranê xistine xwarê.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê da zanîn ku wan li bajarê Mikoleyev ê li başûrê Ukraynayê 11 dronên tîpa Şahîd-136 bi sîstema berevaniya esmanî û dronên din jî ji aliyê yekîneyên artêşê ve xistine xwarê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Ukraynayê li bakurê rojhilatê welêt jî 2 dronên hatin xistin.

Wezareta Berevaniyê herwiha eşkere kir ku ji 33 mûşekên ku şeva Şemiyê ji aliyê Rûsyayê ve hatine avêtin, 18 ji wan ji aliyê sîstema berevaniyê ve hatine bêbandorkirin.

Ji aliyê din ve Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsî her du gundên ku li herêma Xersonê kontrol kiribûn derketin û efserên rûsî ji bajarê Berislava hatin derxistin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyona li dijî êrîşan a ji aliyê artêşa Ukraynayê ve ji bo vegerandina wargehên ku hêzên Rûsyayê li herêma Xersonê kontrol kirine, dabû destpêkirin, dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Rûsyayê yên li herêmê dest bi vekişîna ji hin cihan kirine û wiha berdewam kir “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dijmin ji wargehên Char Ivne û Chkalove derketiye, leşker û personelên tenduristiyê ji Bêrîslavayê hatine derxistin.”

Hat îdiakirin ku ev demeke Rûsya bi dronên cureya Şahid-136 ku ji Îranê kiriye êrîşî Ukraynayê dike.

Rûsyayê di 10ê cotmehê de bi dronên Îranê yên bi tîpa kamîzake Şahîd-136 êrîş biribû ser paytext Kîevê.

Konsolosxaneyên Fransa, Îngilîstan û Almanyayê yên Ukraynayê diyar kiribûn ku êrîş bi dronên ji Îranê hatine kirîn pêk hatine.

Îranê îdiayên ku dibêjin dronan dide Rûsyayê red kir û pispor dîmenên li Kîevê hatine kişandin dinirxînin dibêjin ku pergalên dronên kamikaze yên cureya Şahid-136 di şer de rolek aktîf dilîzin.