Li Londonê xwenîşandan: ‘Sînoran bigirin û wan bişînin malên wan’
Hewlêr (Rûdaw) - Komek xwenîşander li rojavayê Londonê li ber oteleke ku penaber lê dimînin kom bûn û daxwaza dersînorkirina wan kir.
Xwenîşanderekî got, "Sînoran bigirin, wan bişînin malên wan.
Em tiştekî derbarê wan nizanin, em nizanin bê ma wan tawan kirine yan na.
Mêrên mezin hene ku xwe wekî xortan didin nasîn û paşê diçin dibistanên me.
Wan vegerînin, sînoran bigirin."
Li gorî rapirsiyan, li Brîtanyayê hestên dijî koçberan zêde dibin.
Rapirsiyeke Kompanyaya Ipsosê eşkere kir ku ji sedî 49ê welatiyên Brîtanyayê di wê baweriyê de ne ku hatina koçberan yek ji pirsgirêkên herî mezin ên welêt e.
“Ev nîştimanperwerî ye”
Serokê Partiya Serxwebûnê ya Brîtanyayê Nick Tenconi got:
"Ne xema min e, ev nîştimanperwerî ye. Ez dixwazim ev xelk ji vir here.
Dema wê hatiye ku em wan bi komî dersînor bikin û kesên ku em li vir naxwazin, bişînin."
Lê belê koçberên li Brîtanyayê ne bêxwedî û bêpişt in.
Li hemberî xwenîşandanên dijî koçberan, komên piştgir jî ji bo parastina wan xwenîşandanan li dar dixin.