Zelenskyy: Em dê ji bo plana aştiyê bi welatên Rojavayî re bixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Volodymyr Zelenskyy ragihand ku nûnerên Ukrayna, Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê ji bo ku “plana aştiyê” ya ku Amerîkayê ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê amade kiriye gotûbêj bikin li Swîsreyê dicivin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku êrişên asmanî yên artêşa Rûsyayê yên li ser Ukraynayê didomin.

Zelenskyy da zanîn ku Rûsyayê şeva borî li bajarên Dnipro û Nîkopolê yên herêma Dnipropetrovskê êrişên asmanî kirine û di encamê de 3 jê zarok 17 kes birîndar bûne.

“Rûsyayê 60 mûşek bi kar anîn”

Zelenskyy ew agahî parve kir ku Rûsyayê di hefteya dawî de zêdetirî hezar û 50 dron, nêzîkî hezar bombeyên baskdar û zêdetirî 60 mûşekên curbicur li dijî Ukraynayê bi kar anîne.

Serokê Ukraynayê diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Ternopîlê ku artêşa Rûsyayê 19ê Çiriya Paşîn êrişa mûşekî lê kiribû, piştî 4 rojan doh bi dawî bûn.

Zelenskyy da zanîn ku li bajêr 6 jê zarok 33 kes mirine û 6 kes jî hîn winda ne.

Zelenskyy bal kişand ser “plana aştiyê” ya ku Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê amade kiriye û got:

"Şandeya me îro dê li Swîsreyê bi nûnerên Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê re bixebite."

Zelenskyy her wiha destnîşan kir ku divê Ukrayna pergala xwe ya parastina asmanî xurt bike.