Li Pakistanê 5 polîs hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Xeyber Paxtunxwayê ya Pakistanê êrişî wesayîteke polîsan hat kirin û 5 polîs hatin kuştin.
Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, Berdevkê Polîsan Shaukat Khan daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku êriş li navçeya Karakê pêk hatiye.
Operasyona lêgerînê dest pê kir
Khan da zanîn ku gelek polîs û birêvebirê ewlehiyê yê herêmê çûne cihê bûyerê û li herêmê operasyona lêgerînê dest pê kiriye.
Heta niha derbarê sedema êrişê û failên wê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Li bakurrojavayê Pakistanê 2yê Kanûna Pêşîn jî êrişî wesayîta rayedarekî hikûmetê hatibû kirin.
Di wê êrişê de rayedar, 2 parêzvan û welatiyekî sivîl miribûn.
Aloziya li ser sînorê Efxanistanê
Li Pakistanê êriş bi taybetî li eyaletên Xeyber Paxtunxwa û Belûçistanê yên li ser sînorê Efxanistanê zêde bûne.
Komên çekdar ên ku dibêjin ew mafên Peştûn û Belûçan diparêzin çalakiyên çekdarî dikin.
Îslamabad dibêje ku Talîbana Pakistanê li Efxanistanê bi cih bûye û êrişan ji wir organîze dike lê birêvebiriya Efxanistanê van îdiayan red dike.
Li Belûçistanê jî êrişên Artêşa Rizgariya Belûçistanê derdikevin pêş.
Artêşa Rizgariya Belûçistanê dixwaze eyaleta Belûçistanê ji Pakistanê veqete û gelê Belûç herêma xwe îdare bike.