Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, girtiyekî Yemenî, naxwaze ji girtîgeha Guantanamo derkeve!
Berdevkê Pentagonê ragihand, girtiyekî Yemenî bi navê Mihemed Elî Ebdullah Bwasîr, ku bi tohmeta endamtiya El Qaîdê hatibû girtin û niha li girtîgeha navdar a Guantanamo de ye, naxwaze ji girtîgehê derkeve.
Li gorî agahiyên wî rayedarê Pentagonê, cezayê wî girtiyê Yemenî xilas bûye û dê roja 27ê vê mehê were berdan û derbasî welatekî din were kirin.
Parêzerê wî girtiyê Yemenî jî gotiye, Mihemed Elî Ebdullah Bwasîr gotiye, êdî ez nikarim piştî ewqas sal li derveyî girtîgehê bijîm.
Li gorî parêzer, Bwasîr, ku 13 salan di girtîgehê de maye, diyar kir ku ew naxwaze li welatekî bijî ku ti kesekî wî li wir tine.
Niha di girtîgeha Guantanamo ya Amerîkayê de, 91 kes hene ku piraniya wan endamên El Qaîdê bûne. Cezayê 34 kesan xilas bûye û dê bên berdan.
Serokê Amerîka Barack Obama, beriya niha soz dabû ku girtîgeha Guantanamo vala bike lê heta niha soza xwe bicîh nehînaye.
Girtîgeha Guantanamo, piştî êrişên 11ê Îlona 2001ê yên li hember bircên cêwî yên New Yorkê, hat çêkirin. Girtîgeha Guantanamo li girava Guantanamo ya Kûbayê hatiye çêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse