Serokomarê Bulgaristanê: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Bulgaristanê Rumen Rudev li ser êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê got, bi topxane û firokeyan êriş tên kirin û welatiyên sivîl tên kuştin, ji ber wê pêvejo hesas e.
Rumen Rudev li hember êrişa Artêşa Tirkiyê ya li ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bertek nîşan da û bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku destwerdanê di rewşê de bike.
Rudev amaje bi êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê kir û bi gotina bi amadekariyeke berfireh êriş tê kirin, diyar kir, ku niha pêvejo gelek hesas e.
Rudev got: “Tiştên ku li Sûriyê diqewimin, me hemûyan dilgiran dike. Em dibînin ku kampanyayeke bihêz a leşkerî tê birêvebirin. Êrişên esmanî tên kirin, welatiyên sivîl tên kuştin. Pêvejo gelek hesas e.”
Serokomarê Bulgaristanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de diyar kir: “Alozbûna rewşa Sûriyê rê li ber zehmetiyan vedike. Ez hêvî dikim ku yekîtiya Ewropa di demek zû de helwesta xwe diyar bike û destwerdanê di rewşê de bike. Ez hêvîdarim ku Yekîtiya Ewropa, li derve, li cihên din û di danûstandinên din de li benda çareserkirina wan bûyeran nebe. Çimku ew pirsgirêk dê di dawiyê de vegerin ser me.”
Helwesta Serokomarê Bulgaristanê li ser Efrînê di demekê de ye, ku Artêşa Tirkiyê di pêncemîn roja destpêkirina operasyona Çiqlê Zeytûnê de li ser êrişên xwe bo ser herêma Efrînê berdewam e.
Artêşa Tirkiyê ji roja Şemiya vê heftiyê 21ê Çileya 2018an ve êrişa xwe bo ser herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye.