Berdevkê Pentagonê: Bo kirîna Patriotan gelek derfet di destê Tirkiyê de hebûn

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pentagonê bang li Tirkiyê kir ku S-400ên ji Rûsyayê kirîne di destê xwe de nehêle. Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby got: “Di 10 salên dawî de bo kirîna sîstema parastinê ya Patriotan ji Amerîkayê gelek derfet di destê Tirkiyê de hebûn, lê wan li şûna vê S-400 hilbijartin ku sûdê dighîne Rûsyayê.”

Lê Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump nav bi nav îddîa dikir ku ji ber îdareya Obama nedixwest Patriotan bifroşe Tirkiyê, ew neçar mane sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê bikire. Li gor medya Amerîkayê, Berdevkê Pentagonê di civîneke çapemeniyê de bibîr xist ku ji ber Tirkiyê sîstema berevaniyê ya S-400 ji Rûsyayê kiriye ji programa hevbeş a berhemanîna firokeyên F-35 hatiye derxistin û ev rewş heta niha jî berdewam e.

Kirby got: “Eger pêwîst bike dubare bikin, em bang li Tirkiyê dikin pêvajoya wergirtina sîstema S-400an rawestîne û vê sîstemê di destê xwe de nehêle.”

Di hundirê vê mehê de Amerîkayê çi bi rêya Pentagonê yan Wezareta Derve peyamên din ên wiha dabûn. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, du hefte berê di civîneke çapemeniyê de gotibû, helwêsta Amerîkayê ya derbarê S-400an de nehatiye guhertin.

Li ser pêşniyara Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku gotibû dibe pirsa S-400an bi modela Giritê bê çareserkirin, Price gotibû: “Siyaseta me ya derbarê S-400an de nehatiye guhertin. S-400ên Rûsî ligel sîstema NATOyê naguncê, gefê li ewlehiya teknolojiyên NATOyê dixwe û ligel berpirsyariyên Tirkiyeya hevpeymanê NATOyê jî hev nagire. Bazirganiyeke wiha ciddî ligel Rûsyayê, di çarçoveya yasayên Amerîkayê de cezayên CAATSAyê ligel xwe anîn. Me bang li Tirkiyê kir S-400an di destê xwe de nehêle û li ser banga xwe jî berdsewam in.”