Li Parlmentoya Ewropayê civîna 'Tirkiye û Kurd di Diyalogê de ne' tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê sibe mazûvaniya civîneke maseya gilover dike. Sernavê civînê "Tirkiye û Kurd di Diyalogê de ne: Aştî, Lihevkirin û Demokrasî" ye.
Civîn li bajarê Brûkselê yê Belçîkayê, li salona SPINELLI 3H1ê ya Parlamentoya Ewropayê di navbera saet 17:00 û 19:00an de tê lidarxistin.
Endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr mazûvaniya çalakiyê dike.
Civîn ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) a Parlamentoya Ewropayê ve tê organîzekirin.
Parêzera mafên mirovan û xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî, Balyoza Niyetpakiyê ya Konseya Ewropayê Bianca Jagger û xwediya Xelata Sakharovê Leyla Zana piştgiriyê didin çalakiyê.
Rojev: Pirsgirêka Kurdan û pêvajoya çareseriyê
Di civînê de çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê, avakirina pêvajoya aştiyê ya nû û rola Ewropayê ya di vê pêvajoyê de dê werin gotûbêjkirin.
Li gorî vexwendinnameya organîzatoran, ev çalakî di demekê de tê kirin ku lêgerînên çareseriya siyasî ya Pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê û bipêşketinên herêmî gihiştine qonaxeke krîtîk.
Bipêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê jî di nav mijarên sereke de ne.
Hat diyarkirin ku dihat plankirin panel beriya mehekê were lidarxistin lê ji ber şer û pevçûnên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatibû paşxistin.
Beşdar kî ne?
Rojnameger Amberîn Zaman dê moderatoriya civînê bike.
Di nav axiveran de Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed, Fermandara Giştî ya YPJyê Rohilat Efrîn û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Parlamenter Mîthat Sancar hene.
Her wiha endamên Parlamentoya Ewropayê Leoluca Orlando, Per Clausen û Thijs Reuten û akademîsyen Dr. Ayhan Işik jî beşdar dibin.
Çalakî dê bi axaftinên vekirinê yên Endama Desteya Birêvebir a EUTCCyê Dêrsim Dagdevîren û parlamenterên Ewropayê Evîn Încîr û Andreas Schieder dest pê bike.
Rola Yekîtiya Ewropayê
Organîzatoran diyar kir ku nîqaşeke berfireh ji bo avakirina pêvajoyeke herêmî ya aştiyane û demokratîk pêwîst e.
Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku endamên Parlamentoya Ewropayê dikarin beşdariyê di pêvajoyê de bikin û rola Yekîtiya Ewropayê jî were nirxandin.
Di civînê de dê wergera sîmultane ya Îngilîzî, Almanî û Îtalyanî hebe.