Berfa zêde jiyan li New Yorkê rawestand: Geşt betal bûn, dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Berfeke zêde roja duşemê jiyana asayî li New York û çend eyaletên din ên rojhilatê Amerîkayê rawestand.

Dibistan û hinek navendên fermî yên wekî Neteweyên Yekbûyî hatin girtin û zêdetirî 8 hezar geştên balafiran hatin betalkirin.

Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani got, "Bajarê New Yorkê 10 sal e bahozeke wiha nedîtiye.

Bi giştî tê çaverêkirin ku 45 heta 60 santîmetreyî berf li seranserê bajarê New Yorkê bibare û li hinek cihan dibe ku bigihîje 71 santîmetreyan."

Li Marylandê 2 kes mirin

Dengê ambûlans û wesayîtên hewarçûnê li New Yorkê nîşaneya bûyerên nexwestî yên wekî lihevketina otomobîlan bûn ku ji ber xirabûna rêyan çêbûn.

Li eyaleta Marylandê, ji ber sedemên girêdayî berfê di qezayên trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest da.

Li Meydana Times Square a navdar ku rojên asayî qerebalix e, îro ji bilî karkeran û çend geştyarên serpêhatîxwaz kesek nayê dîtin.

Hinek kesan guh neda pêşniyara hikûmetê ya ji bo mana li malê û xwestin bajarê avahiyên bilind di bin "tûla zîvîn" de bibînin.

"Krîsmisê tîne bîra min"

Niştecihekî New Yorkê dibêje, "Bi ya min li xweşa min çû. Bi ya min ciwan e ku berfê bajar nixumandiye. Krîsmisê tîne bîra min."

Geştyarekî Fransayî jî behsa wê yekê dike û dibêje, "Em 5 şevan li vê derê dimînin. Diviyabû em îro biçûna lê geşta me hatiye betalkirin."

Li Amerîkayê kevneşopiyek heye ku navan li tofana û pêlên mezin ên berf û baranê dikin û navê vê kirine "Hernando".

Ji ber Hernandoyê ku ji bahoza berfê veguheriye bahoza bagerê û li hinek cihan bayekî bihêz ê bi leza 110 kîlometreyan pê re ye, karebaya zêdetirî nîv milyon mal û şirketan hatiye qutkirin.