Donald Trump: Ez biryara şer didim, ne kesekî din

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, nûçeyên ku dibêjin Serokerkanê Giştî li dijî operasyoneke leşkerî ya li ser Îranê ye "derew" in.

Trump da zanîn ku dê biryara dawî ew bi xwe bide û got:

"Em dixwazin em li hev bikin lê eger em peymanekê nekin ev yek dê ji bo Îranê gelekî xerab bibe."

Donald Trump bertekeke tund nîşanî wan nûçeyên medyaya Amerîkayê da ku digot Serokerkanê Giştî General Daniel Cain li dijî planên êrişkirina Îranê ye.

Trump diyar kir ku Serokerkanê Giştî ne li dijî şer e, tenê li benda fermanê ye.

“Ji sedî 100 bêbingeh in”

Trump îro li ser platforma xwe ya "Truth Social"ê daxuyaniyek da û got:

“Medyaya nûçeyên derewîn gelek çîrokan çêdike ku qaşo General Daniel Cain li dijî wê yekê ye ku em bi Îranê re bikevin şer.

Çavkaniya van nûçeyan ne diyar e û ji sedî 100 bêbingeh in."

"Cain Îranê gelekî baş nas dike"

Trump bal kişand ser şiyana leşkerî ya General Cain û rola wî ya di operasyonên berê de.

Wî bi bîr anî ku Cain mîmarê operasyona "Midnight Hammer" (Çakûçê Nîvê Şevê) ya li dijî dezgehên nukleer ên Îranê bûye û anî zimên:

"Ew Îranê gelekî baş nas dike. Dest ji dijberiya li operasyonan berdin, ew tenê dizane bê dê çawa bi ser bikeve.

Eger fermanek bê dayîn, ew dê bi xwe pêşengiya êrişê bike. General jî wekî min ne alîgirê şer e lê dizane eger şerek derkeve em dê bi hêsanî bi ser bikevin."

Îdiayên Axiosê çi bûn?

Vê nîqaşê doh piştî raporeke malpera nûçeyan a "Axios"ê dest pê kiribû ku xwe dispart çavkaniyên Koşka Spî.

Di raporê de dihat îdiakirin ku General Cain di civîneke taybet de hişyarî daye Trump.

Cain gotiye ku êrişeke li ser Îranê rîskên gelekî mezin li xwe digire, dikare bibe sedema şerekî herêmî yê demdirêj û dikare bibe sedema mirina gelek leşkerên Amerîkayê.

Di heman nûçeyê de hatibû destnîşankirin ku Cain di dosyeya Îranê de "gelekî baldar" tevdigere.

"Ez biryarê didim"

Trump li ser pêvajoya biryardayînê peyameke zelal da û got, "Yê ku dê biryarê bide ez im."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew alîgirê dîplomasiyê ye lê di heman demê de ev ne tenê vebijêrka li ser maseyê ye û got:

"Ez dixwazim em peymanekê bikin lê eger em peymanekê nekin ev rewş dê ji bo wî welatî (Îran) û gelê wî encamên gelekî xerab bi xwe re bîne."

Beriya hevdîtinên Cenevreyê amadehiyên leşkerî

Di vê qonaxa ku alozî zêde dibin de, Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî ya li herêmê gihandiye asta herî bilind.

Hat ragihandin ku dê keştiyeke balafirhilgir a nû li wê keştiya ku berê şandibûn herêmê bê zêdekirin û 15 keştiyên şer jî dê bi wan re bin.

Di bin siya vê tevgera leşkerî de, tê payîn ku şandeyên Amerîka û Îranê pêncşemê li Cenevreyê bicivin.

Ev hevdîtin ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve wekî "şansê dawî" yê dîplomasiyê tê dîtin.

Li aliyê din, Senator Lindsey Graham jî bangî Trump kir û daxwaz kir ku ew guh nede wan derdorên ku wî teşwîqî şerekî germ ê bi Îranê re dikin.